Fla?!!! Spartakûs xalis muxlis Kurd derket!

 

 

spartacuso

Kilîlîlîlîîîlî, lehengê dîrokî Spartakûs sedî sed Kurd derket!

Pi?tî xirepi? û lêpirsîna lêkolîner, sîxur û ajanên Lotikxanê, bi delîl û belge derket holê ku lehengê dîrokî Spartakûs Kurd e û ji nîjadê MED a ye. Lêkolîner, sîxur û ajanên Lotikxanê, berî bi ?e? mehan bi çalakîyek canfedayî ketin pirtûkxane û ar?îvên Yewnanistan û Îtalyayê û tam 2010 pirtûkên kevnare pel bi pel xwendin. Pi?tî ku bi xwendina pirtûkan virikî û ?evekorî bûn, derxistin holê ku Spartakûs bi eslê  Kurd e û ji Împaratorîya MED e. Tu nabê rebenê Spartakûs wek kole li Romayê tê firotin, lê mêro qiraseyekî zilama ye, mêr e, çar gurçikên wî hene, ji melkemot jî natirse û di encamê de dibe serokê Gladîatoran.

Axir, di encama lêkolîna sîxur û ajanên me de ti?tekî balkê?tir derket holê ku ew jî ev e:

Pi?tî têkçûna Împaratorîya Medya, e?îra bapîrên Spartakûs tên li bakurê Kurdistanê bi cîh dibin. Kalikê Spartakûs Ehmedê kurê Kerçirênê Batmanî, derûdora Batmanê ji xwe re dike wargeh û li wir bi jina xwe Ey?oka keça Helîma Tenûrgerm re dizewice. Pi?tre ji wan re kurek bi navê Silêmanê Serperitî çêdibe.

Silêmanê Serperitî mezin dibe, tê li Mêrdînê nahtorîyê dike û li wir dil dikeve keçikek Omerî, keçika bi navê Bêrîvana Kiraszer. Lê dibêjin Bêrîvana Kiraszer jî xwedê bistirîne ji Xaltîka Fatê jî bedewtir û spehîtir bû ha, ne tê gotin û ne tê bilandin. Tew dibêjin Turkan ?oray ji ber wê ve wek tenîya binê bero?ê bû.

Axir, ji Silêmanî Serperitî û Bêrîvana Kiraszer re kurek çêdibe. Belqityê kurik wek agirê sor e, nasekine, tu dibê qey pizotek agir di qûna wî de ye, rehet rûnanê. Navê wî jî dikin “Pizoto”. Pizoto mezin dibe, dil digre û wek bavê xwe Silêmanê Serperitî a?iqî keçekê dibe. Navê keçikê Xib?ê ye. Lê Xib?ê jî Xib?ê ye haaaa, ya star! Xwedênehi?tê ji qereçîyan hartir, zimandirêj, gewende, wek mirî?ka go hêk di qûnê de asê mabe êrî?î vir û wir dikir.

Werhasil, ji Pizoto û Xib?ê re kurek çêdibe navê wî dikin “Spartok”. Yanî ciyê starê, keleha xwînîyan. Pi?tre hinek gûnek û dolheram li talanê Pizoto û Xib?ê dixin, Spartok didizin û dibin Îtalya û li Romayê wek kole difro?in. Spartok li wir dibe Spartacûs (Spartakûs), dibe serokê Gladîotoran “Pêlewanan” û bi qehremanîya xwe nav û deng dide.

Spartakûs li wir dizewice, kurek jê re çêdibe û navê wî dikin “Çûko”. Lê Çûko jî Çûko ye haaaa, xwedênehi?to geh li erd e, geh li ezmên e. Natebite, virde wêde difire û zîtirkan dide xwe. Rojek ji rojan kermê?ek bi qûna wî vedide, rêya xwe winda dike, terk û dinya dibe û kes nizane bê bi ku de diçe. Spartakûs çiqas lê digere nagere, Çûko nexuyaye û nebedî bûye.

Tu nabê  qûnekê Çûko rêya xwe winda kiriye û di Ewrûpa re derketiye. Ewrûpa jî serûbinê hev kiriye, rehet nesekinî ye, wek kerê go mozik pê vede daye lotik û zîtirkan û talîya talî keçikek dîtiye, dil ketiye keçikê û pê re zewicî ye. Navê jina wî “Giroverê” ye.

Pi?tî derbasbûna sal û zemên, kurikek ji Çûko û Giroverê re çêdibe, navê wî dikin “Fitîlo”.

Ez serê we neê?înim, Fitîlo mezin dibe, nîv Kurdî nîv Almanî diaxive û dibe wek golikê nav garanê. Golikê nav garanê Fitîlo, bi keçikek germik û nermik re dizewice, navê wê “Ey?okê” ye û jinek temam e, xanimek bêqisûr e.  Pi?tî sal û zemanan, zarokên wan çêdibin, ji wan zarokan nevî û torin çêdibin û navê torinekî wan jî Sofî Xelef e.  

Sofî Xelef mezin dibe, keçikek bi navê “Lotikxane” nas dike, ne bi dilekî lê bi heft dilan dil dikeve Lotikxanê û bi mehra îmamê çaroxî pê re dizewice.  Sofî Xelefê me, yanî torinê Spartakûs Sofî Xelef, niha endamê “Komîta Navendî” ya e?îreta Lotikxanê ye û daye dû ?opa bapîrê xwe Spartakûs, li ber xwe dide û di xizmeta zimanê Kurdî û Kurdewarîyê de wek bapîrê xwe “Gladîotorîyê” dike.

Aha çîrok û serpêhatîya Spartakûs û Kurdbûna wî ev e gelî xwendevanan.

Heger kesek bêje “na” û Kurdbûna Spartakûs înkar bike, bela kurê bavê xwe be û bê cem Sofî Xelefê me. Heger Sofî Xelef Kurdbûna bapîrê xwe Spartakûs bi delîl û belge bi we neda qebûlkirin û tirr ji we berneda, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim û hûn sax….

26.01.2010

About The Author