Braderê me sola xwe bir ser textor!

 

Roja çar?emê (09.12.2009) generalê malpera Avestayê go „zirrrrrrr“ û telefonî min kir. Pi?tî silav û kulavan, go: „Xeyo, Brader em dawetî Hollandayê kirine, dibêje bi qerpika stuyê wî belqityê Tacdîno jî bigre û werim em ?amborekan bixwin“

brader

Min pirsî:

–         Kuro kîjan Brader cîgerim?

–         Kuro Brader Mûsikî lo, çawa tu wî nasnakî malnexerab, ne hûn hevalên hev ên sala ne law..

–         Wîîîîîîîî, kuro tu çêl Braderê me dikî, ewê go tembûra xwe dike kelek û gemî û pê behr, çem û golan derbas dike?

–         Erê lo…

Axir, pi?tî ez bi wezîra karê hindur, yanî bi jina xwe, ?êwirîm û min fitû jê xwest, me go temam û me soz da go em roja înê sînorên Alamanya biqelê?in û xwe li sînorê Hollanda xin, li Braderê me bibin mêvan.

Ez serê we bê?înim, em li kera Dilbixwînê me siwar bûn, min hefsar xist destê xwe û min zixtek li der qûna kerê xist. Pi?tî du seetan, ez û wezîra xwe, Dilbixwîn û wezîra xwe û herdu „badygard“ ên me, me ji Braderê xwe re got: Selamunaleykum!

Pi?tî ramîsan û alastinê, em derbasî hindur bûn, xo? û bê?ê dest pê kir û me kir çirik û virik. Pi?tî seetekê, xanim û wezîrên karê navxweyî derbasî midbexê bûn û em hersê general jî derketin nav sûka bajêr.

Werhasil, di nav sûka sergirtî de me çend tûr û voltayên wek ên hepisxana Diyarbekirê virde wêde avêtin. Ê helbet jinik minikên xwe?ik û seksî jî di ber me re derbas dibûn û bêhna parfûma wan em bê eraq serxwe? dikirin. Lê xwedê heye,  jinên Hollandî jî wek hespên kihêl in ellahwekîl. Tama wan ji ?ebe?ên Diyarbekirê û bastêqa Mêrdînê jî xwe?tir in. Gerçî min li tama wan nenerî ye, lê dibêjin xwedêgiravî lotikvanên temam in. Li ser bextê xelkê be lo..

Axir, carekê hew me dît va li ser tabelaya dikanekê nivîsandiye „Dr. Shoe“. Yanî „Textorê Solan“. Textorê Solan kuro!?

Law ev Hollandî pir biaqil in ha, de binerin bê kes bîra „Textorê Solan“ dibe kuro!

samborek

Gava me çav li „Textorê Solan“ kir, Braderê me sola xwe ji lingê xwe derxist û got:“Aha va em hatin ser textor. Ba? bû go em hatin law, bi ?e? telaqan ev du hefte ne serê sola (?ekal, pêlav) min dê?iya û nexwe? ketibû, de madem em hatine ber lingê textor, bela textor beg çend aspîrîn û dermanên serê?ê bide sola min“ filan û bêvan.

Ez serê we dê?înim, pi?tî me sola Braderê xwe derman kir, em li kafeteryakê rûni?tin û me qehweyek bi ser kezeba xwe de berda û kezeba xwe pê re? kir. Pi?tre hew me dît telefona Braderê me go „zirrrrrrrrrr“ û em veciniqandin. Wezîra Karê Navxweyî Necla xanim ferman da û got: „Zû werin va kutilk û ?amborek hazir in de“ û ziravê me qetand.

Axir, em hatin malê. Me dî hayhoooooo, va Necla xanimê ser û binê masê kiriye xwarin. Lê tenê xwarinek wê bala min ki?and. ?amborek! ?amborek ewqasî bi qeys û pîvan hatibûn çêkirin go nayê gotin. Te digot qey santîm bi santîm hatine pîvan. Lê ez di texmîna xwe de xelet derneketim. Pi?tre min bihîst go li Hollandayê jî moda 17 santîman dest pê kiriye û ?amborekên li ser masa me jî ne kêm û ne zêde, tam 17 santîm bûn bi dîn û îman. Erreeeekkkkk! Law sola Braderê me 17 santîm bû, ?amborekên Necla xanim 17 santîm bûn, masa wan 17 santîman nizim bû, dîwanên (qoltix lo) wan 17 santîman bilind bûn, ma çi û ne çi! Ya rebbî star û hew….

Werhasilî kelam, em heta derengî ?evê rûni?tin. Braderê me dîsa tembûra xwe kir kelek û gemî, em lê siwar kirin û hûrik hûrik, hêdî hêdî em pê gerandin. Pi?tî em rabûn û me xatir xwest, em hatin devê derî, min sola xwe xist lingê xwe û qeytana wê girê da.

Lê çi sosret qewimî hûn zanin gelî xwendevanan?

Tew min dî sola min jî bûye 17 santîm!

14.12.2009- Alamanya

About The Author