Mala xwedê ava, vê carê yekî xort bû serokê me

 

?ikir ji xwedê re, vê carê  xortekî qirase bû serokê partîya BDP û kêfa me anî. Hem jî xortekî ciwan, çeleng, xwe?ik û seksî. Yanî Selaheddîn Demîrta? lo.  Wey li ser xêrê be û xwedê miradê wî bi 70 horîyên bihu?tê bike rebbî…

Axir, li ser bextê fitne û fesadên nava BDP be, dibêjin kongreya BDP bi lotik û co?ek mezin çêbûye û dê weledê xwe avêtiye.

selahattin_demirtas

Di kongreyê de Selaheddînê bûye serok û xaltîka me Gultan Ki?anak jî bûye cîgir. Balkê? e ku xaltîka me Emîne Ayna nebûye seroka BDP û bi wî zimanê xwe yê xwe? dest bi lotikan nekiriye. Lê bi dîn û îman kêfa min ji serokatîya Seloyê me re hat ha, xwedê heye.

Dibêjin di axavtina xwe de serok Demîrta? (ecêb e ha, hem hesin e û hem jî kevir e kuro)  daye bin dûvê partîyên dewletê û qû? li wan qetandiye. Bi taybet di derbarê zimanê Kurdî de Demîrta? lotikên xwe? avêtine û bang li herkesî kiriye ku bi Kurdî biaxivin û perwerdeya xwe bi Kurdî bikin. Aha ev lotik lotikek bi îman e ellawekîl.

Neyse, ez bi navê Komîta Sîxurên Lotikxayê yên Enqerê serokatîya Selaheddîn Demîrta? pîroz dikim, hêvîdarim ewê di pê?erojê de lotikên Kurdewarî virde wêde bavêje xelkê…

01-02.2010- Enqere

About The Author