Mamê me Mehdî Zana ji xalê me Burkay re got.”Hodrî meydan cîgerim!”

 

Wê rojê min rojnama Rûdaw steng û min got “ka ez binerim bê çi lotik û motik tê de hene”.

Yabo min rojname vekir û çi bibînim, hayhoooooo, vaye mamê me Mêhdî Zana lotikek qirase li xalê me Kemal Burkay xistiye û çawa dibêje:”Ê de dakeve meydanê ha cîgerim, were em li hember gel duelloyê bikin, ma hema bi gotin û lavlavê ye” û soro moro bûye.

mehdi burkay

Xuyaye pirtûka xalê me Burkay “Anilar-Belgeler 2” gellek kes û alî dînomîno kiriye. Gelek kevnehevalên partîya PSK û kesên ku di navenda PSK de cîh girtine, ji nivîsên xalê me Burkay aciz bûne, dibêjin ew (ha?ayî wî) “derewan dike û di bîranînên xwe de ti?tên ne rast dibêje û heqaretê li hevalên xwe dike” filan û fîstan.

Axir, mesela me li ser mamê me Mêhdî Zana bû.

Rojnama Rûdaw hevpeyvînek bi mamê Mêhdî re kiriye û li ser bîranînên Bûrkay dîtinên mamê Mêhdî rêz kiriye.  Mamê me Mêhdî Zana, ti?tên ku xalê me Bûrkay di bîranînên xwe de gotiye nerast derdixe, wan wek derew û heqaret dinirxîne û dibêje:”Êdî bes e! Heta ez sax bim ez hew silavê jî li wî dikim. Lê ku wêribe û bi xwe bawer be, bela kerem bike em derkevin himberî gel, duelloyê bikin û kîloyên hevdu bipîvin bela rastî û nerastî e?kere bibe” û destê xwe li masê dixe.

Werhasilî kelam, xuyaye serê xalê me Kemal Bûrkay ji ber bîranînên wî di teq û reqê de ye. Tew ji xwe malbata Zekî Adsiz amadekarîyan dike ku Kemal Bûrkay bidin dadgehê û doza heqaretkirinê lê vekin. Îcar wê xalê me Bûrkay di vê dozê de çend qirû? yan çend hezar euro curmê bide malbatê kes nizane.

Ez serê we bê?înim, gava we bîranînên xwe nivîsandin eman eman heqaretê li kesekî nekin gelî xwendevanan. Yan na, bi dîn û îman wê xelk we darizînin û heta bi derpîkê kinik jî ji we bikin û hew. Pi?tre nebêjin Lotikxanê bala me neki?and haaa, ok!

31.02.2010- Hollanda

About The Author