?êx Mur?idê Xezna

 

Hûn tev Ejder ?êxo û bernama wî ya rojba? Kurdistan li ser Roj tv nas dikin. Ejder bi xwe merivekî rastgo ye, ne ji kesî fedî dike û ne ji kesî ditirse, hindir û riwê wî yek in. Ti?tê ku bê ser zimanê wî venagerîne dibêje. Ji ber vê kêfa min ji vî camirî re pir hat, bi taybetî ji deqerûbûna wî re. Neyse, em vegerin mijara gotara xwe ?êx Mur?id Xezna.

Roja 21.01 serê sibê pi?tî ta?tê min telvizyona xwe vekir,  min dît ?êx Mur?idê kurê ?êx Mah?ûqê Xezna, ?êxê terîqeta Neq?îbendiyan li ser ekrana Roj tv ye. Allahwekîl  kêfa min gelkî hat û min li ber ekrana Roj tv guh miç kirin.

sex mursid

?êxê me mîna bilbilan diaxivî û mînak ji Qurana pîroz didan. Digot: “ Li buhe?tê gola pêxember heye. Gava ku kesên munafiq ( yên mîna Esed, Erdoxan û Ahmedînejad bibin ba wî, wê berde wan û nahêle li ba wî bimînin, ji ber ewder ne cihê munafiqa ye“ filan û xeftan.

Ê de ?êxê min Xwedê min bike qurbana wê ?a?ik û cibeyê Mur?îdê bira, hema van gotinan li herderê bêje ez qurban!

?êx li ser îslama rast jî wiha got: „Birakê Ejder, hîn cenazê pêxember  (elihî selat we selam) li erdê bû, xelifên wî dest bi guherîna îslama pêxember kirin. Ez zanim tê bêje çawa kekê Ejder? Gava ku cenazê pêxmber li erdê hi?tin û ketin odakê ku xelîfakî ji pêxemberan hilbijêrin, hingî bi îslama rast lîztin û nirxên pêxember binpê kirin“ filan û bêvan.

Bi wê qurana ser sînga pêxember tu rast dibêjî seyda, xwezî mele û ?êxên me tev mîna te bûna ez qurban!

?êxê me axavtina xwe berdewam kir û wiha got: „Bi wê qurana ser sînga pêxember  û bi wê xwîna li zeviya dêrezorê, ew îslama ku cihê netewa min û hemi netewên din tê de nebe, ez amede me ku a niha van ?a?ik û cibeyê xwe li ser ekrana  Roj tv bavêjim û bêjim ew îslam ne îslama min e û pêxember ji vê  îslamê bêrî ye“.

Xwedê min bike qurbana wê ?a?ik û cibeyê Kurdewarî û îslama pêxemberê te kekê Mur?id! Ez qurbana te me, van gotinên xwe zêde bike belkî pozê melayên me bi?ewite û ji pey Erdoxan, Nejad û Esed vegerin û dîsa tev li refên xwe bibin.

De bajo Mur?id bajo, bajo ?êxê min bajo, bê tirs bêje seyda  û bajo!  Bajo bera ?êxê li nav refên dijimin tev bi qurbana wê ?a?ika te bin rebbî, amîîînnnnn!

29.01.2010- Almanya

About The Author