Fêkîfiro? hatibû gundekî Kurdên Qonyayê. Êvarê zebe?ekî dikirin, kerî dikin ku bi malbatî bixwin. Gava dest bi xwarina zebe? dikin, elektrîk (kehrebe) tê birrîn .
Dibên: “ Kes nexwe, heta elektrîk tê em tevda bixwin.”
Lawikê malê Ersîno bi nefsa xwe nikare. Serê xwe di tarîyê de dirêj dike ku bi devê xwe perçeyek zebe? bixwe. Lê dayîka Ersîno jî bi dizîka ve çetelê xwe dirêjî firaqa zebe? dike ku bixwe. Çetel rastî serê Ersîno tê û diê?îne. Ersîno bi ê?a can dike qêrîn: “ Wey dayêêêê serê minnnn!“.
Wê demê yek çaqmaxê xwe pêdixe, çi bibînin! Di destê dayîkê de çetel û Ersîno bi serê xwe girtîye dike qêrîn…
Dayîk him ?erm dike, him jî li ber jana serê lawê xwe dikeve. Nizane çi bibêje êdî. Ersîno himbêz dike û dibê: “ Dayîk bi gorî negirî, ti?tek nabe heyrana kurê xwe bim.” Ê li ser sifreyê bi vê bûyerê dikenin.
Dagirkerên Tirk, Ereb û Faris jî li me wisa dikin. Zebe? li ber çavê me kerî dikin, gava em destê xwe dirêjî zebe? dikin, milê me jê dikin bêguman. Em dikin qêrîn û hawar lê kesek ji bo me bigirî tune mixabin!
04.02.2010- Kurdistan
More Stories
Aha îcar xwedê jê stend
Bêdengî şirîkatî ye
Mesrûrê me vê carê bi erzanî filitî