KULIND /KUNDIR /MÎRANE

 CUCURBÎTA  PEPO 

Kulind hê?înhatek ji malbata kulindan ê. Gîyayek dikakan e, rehên wê heta 10 mitroyan xu?ekî dirêj dibin û  gelek çîqên din jê diçin. Rehên wê hinekî bi pûrt û wek strîyên biçûk û hi?k in. Belgên wê kesk, mezin, pênçkerî û rexên wan bi kertik in. Kulîlkên wê bi gelemperî zer in, lê  yên spî û zêrane jî hene. Ji wan kulîlkan dikakek çêdibe jêre dibêjin kulind.

kundir8

Nava kulind bi go?t û avî, qa?ilê wê stûr û hundirê we bi lîf û dindikan dagirtî ye. Ji wan dindikan di sanaîyê de dermanên xweristî (tabiî ) tên çêkirin û herweha wek çerez tê xwarin. Li ser dindikê tûvil (qa?il) ek spî yan jî esmer heye. Di nava wî qa?ilî de kakilek heye.

Reng û cûreyên kulindan gelek in. 25 cûre û her cûreyek jî çend awayên xwe yên jê peydabûyî hene. Rengên wan jî gelek ji hev cuda ne. Ji spî heta re? û rengên navberînên wan.  Spî, zer, sor û rengên navberînên wan. ?iklên wan jî ji hev cuda ne. Yên girover bi xet (tûzî) û bê xet, yên hêkane bi xet û bê xet, yên bagurdane

 ( bangêr-gundor) bi xet û bê xet, yên cerane (cêr-cyer) û  hwd. Lê ya babeta vê nivîsê kulinda derman, tê xwarin û tam?irîn e. Sê cûreyên wê jî hene. Kundirê mîranî, Kundirê dolmik (xitik) û kundirê qerwe (yê helawçîyan).

Welat û dîrok: Welatê kulindê Meksîka û Texas e. Diroka wê ba? nayê zanîn, lê ji alîyê xelkên wan wilatan ên xwecihî û qedîmdan ve wek dikak, çerez û derman dihat bikaranîn. Pi?tî ke?ifkirina Amerîkayê, Ewropîyan bi xwe re anîne wilatên xwe, çandinîya wê kirîne û pa?ê jî ji wan deveran belavî deverên din yên dinê bûye.

kundir5

Berhevhirîn:  Jibo ?ova (tir?ik) dolmik û beleçekan (yên hi?irî) di destpêka havînê dema bi qasî xiyaran mezin dibin, tên jêkirin, hûrkirin an jî nava wan tê qewirandin  û wek gewlasan bi benan tê vekirin, jibo zivistanê tê hi?kkirin. Jibo dindik, ?êranî û rêçalan dihêlin heta payîza direng. Dindikên wan tên derxistin û li ser cilan tê hi?kkirin. Herweha ji go?tê wê jî beleçêk tên çêkirin.

Têdahîyên dikakê:  Fosfor, hesin, nî?aste, lîf, sifir ( paxir), rûnên bi asît, Proteîn, mangan, vîtamîn B1, C û hwd.

Têdahîyên Dindikê: Rûnên sabit, karotînoid, rûnên firok, amînoasît, rezen, paxir (sifir), selen, fosfor, phystosterîn, cûreyên sterol, omega 3, omega 6, vîtamîn, B, E, K û hwd.

Têdahîyên rûnê dindika kundir: Çînko, selenyûm, mîneralên organîk û hwd

Kêrhatîyên kulind: 1- A?ik û rûvikan nerm dike. 2- Edavên (kurmîbûn) rûvik û masane paqij dike. 3- Hemoroîtê tedawî dike. 4- Bedenê paqij dike û hêrsê dadixe. 5- Jibo nexwe?îya sedefê bikêrhatî ye. 6- Dilê xemgîn hêsan û hêzdar dike. 7- Gurçikan paqij dike. 8- Zixta (tansîyon) bilind dadixe. 9- Destavê zêde dike û diqulipîne. 10- Jibo sîngê?, kuxuk, bawesîr û qûnêran gellek bi fayde ye. 11- Herikîna ava ji jinan tê radiwestîne û hwd.

Kêrhatîyên dindika kundir: 1- Rûnê nava xwînê, prostat û kolestrolê kêm dike. 2- Pê?îya pence?êhran digire. 3- Fonksîyonên gurçikan sererast dike. 4- Kezebê hêzdar dike. 5- Destavê zêde dike. 6- Nermkerîyê (muhsîlê) çêdike û kurmên nava rûvikan tavêje. 7- Pê?îya peçivîn (werimîn) ên prostatê digire. 8- Pê?îya hilîna (mihîn) hestîyan digire. 9- Dibe alîkarê xebitîna fonksîyonên mejî. 10- Fonksîyonên dil tekûz dike.

kundir4

Kêrhatîyên rûnê dindika kundir: 1- Pê?îya edavan digire. 2- Taybetîya wê ya antîoksîdan heye. 3- Jibo nexwe?îyên serê? û çerm bandorek gellek ba? û erînî heye. 4-Sîstema berxwedana bedenê xurt dike. 5- Bandora toksîna xisardar kêm dike. 6- Li hember enfeksîyonan bi bandor e. 7- Heke li derdora çavan xin, wê arê?e û qirmiçûkên derdora çavan çareser bike.

Di derbarê kundir de Prof. Dr . Îbrahîm Goçek dibêje: “ Qabsûlên ku ji dindikên kulind hatine destxistin, li ser 2245 kesên ku arê?eyên wan ên prostatê hene (wek pir derketina destavê, ?îyarbûna ji xewê û çûna avdestxanê, di dema destavê de sotina mîzyê (penîs), di dema destavê de herikîna dilopên mizê û hwd ) sê mehan ceribandin hatine kirin û encamê gelek ba? jê hatine stendin. Hatiye tesbîtkirin ku dindika kulindê pê?îya mezinbûna prostatê digire”. 

Prof . Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Awayê kundir hûnik û sarûgerm (hêwî – rûtûbet ) e. Ji alîyê kalsîyûm, fosfor, lîf, vîtamîn B1 û C de gellek dewlemend e. Yek ji xidayên herî nerm e. Xwarinên ji kulindê tên çêkirin, a?ikê û rûvikan nerm dikin. Qebizê hiltînin, edavên rûvikan û hemoroîtê tedawî dikin”.

Dindika wê jibo xistina kurmên nav rûvikan tê xebitandin. Kulind bedenê paqij dike, hêrsê dadixe, heke di hilmê de bê patin fayda wê zêdetir e. Heke bê heri?andin û ji alîyê derva li ser çerm bê danîn, wê ji nexwe?îya sedefê re gellek kêrhatî be. Heke kulind bê rendekirin, bikeve nav seletan, bi xavî jî tê xwarin. Heke kundir hinekî zêde bê xwarin, wê li hember helîyana hestîyan bandorek ba? nî?an bide. Heke bê heri?andin û bi sîrkê ve bê tevlihevkirin, wê gurîbûnê tedawî bike. Heke bê patin, germe-germ bê heri?andin û li ser qefesa sîng û qirêkê bê danîn, wê ê?a wê û kuxukê bibire. Herweha ava ji jinan tê jî qut dike.

Mucîzeya dindika kulindê bi “ BPH “ ( mezinbûna prostata exlak xwe?)  ve girêdayî ye. Di tibbê de tesbît bûye ku dindika kulindê BPH ê biçûk dike û pê?îya wê digire.Herweha ji arê?eyên ku bi BPH ê ve girêdayî re pir bi fayde ye. Ew mekanîzma jî bi sexmerata madeya dindikê de ya bi navê “ phystosterîn “ ê pêk tê. Rojê 25 gr dindikên kulindan ên ne qelandî û bê xwê, jibo van arê?eyan têr dikin.

Karanîn: Dindikên kundiran wek çerez tên xwarin. Ji kulind ?ova (tir?ik), peluk, meze, dolmik, ?êranî, kutilk, rêçal, selete, birû? (?orbe), kadesêhl ( ?amborek), borek û hwd tên çêkirin. 

26.01.2010

About The Author