ZEYTÛN

Hê?înhata pîroz û dermanê hemû derdan

 OLEA  EUROPAEA ( OLIVER )

Zeytûn nebatek darane ye û ji malbata zeytûnan e. Di hemû kitêbên pîroz de qala pîrozbûna wê tê kirin û li ser wê ayet jî hene. Di tofana Nûh pêxember de jî kevokê wek mizgînîya re?ahîyê çiqê dara zeytûnê anîye. Dara herî ûmirdirêj zeytûn e. Tê gotin ku temenê wê xwe digehîne 2000 salan. Bejna wê 5- 20 mitroyan bilind dibe. Belgên wê alîyê derva kesk û alîyê hundir xweliyane an jî zîvane ne. Belgên wê rimane, hêkane yan jî girovir, hertim hê?în in û nawerin (nawe?in). Kulîlkên wê 3-7 lib in, di binê dûxikên pelan de wek gû?îyan derdikevin, rengê wan spî yan jî zer in.

Oliven1

Ew kulîlk dibin fêqîyek û ji wê fêqîyê re “zeytûn “ tê gotin. Ew fêqî berê kesk, pêre sor, dawîyê jî re? dibe. Di nava wê fêqîyê de dindikek hi?k, nava wê hinekî vala heye. Ji tûvilê dar, pel, fêqî û dindika fêqîyê fayde tê dîtin. Gellek cûreyên dermanan, sabûn, ?anpûan, melhem û rûn jê çêdibin û herwaha fêqîya wê jî xemla sifra ye. Zeytûn dermanê hemû derda ye û hew. Nêzîkî 300 cûre û awayên wê hene, lê yên herî navdar yên Ewropî û Afrîqî ne. Bi Almanî navê wê “ Olîven” Tirkî jî “Zeytîn” e.

Welat û dîrok: Welatê zeytûnê welatên rojhilatê derya spî ye. Lê li hemû deverên ku di bin bandora hewa behra spî de dimînin, hê?în tê. Derveyî wê, li Awustralya, Kanîfornîya, Qirim, Asya navîn û hwd jî  hê?în tê. Dîroka wê ji berî dema nûh dest pê dike, lê 6.000 sal in wek dara çandinî tê çandin û berên (berhemên) wê jibo derman, rûn û xwarinan tê xebitandin. Li Kurdistanê dervayî Serhet û zozanan ku bê çandin hê?în dibin. Li bakurê Kurdistanê bajarên herî zêde lê tên çandin Dêrika Çiyayê Mazî, Entab û Ruha ye. Lê niha Cizîrî û Nisêbînîyan jî dest bi çandinîya wê kirine. Herweha li rojavayê Kurdistanê, li dora Efrîn û Çiyayên Kurmênc jî têra xwe tên çandin.

Berhevkirin: Belgên wê biharê heta pazîyê tên berhevkirin, di sîberê de tên hi?kkirin û di firaxên cam de tên parastin. Fêqîya wê jî li gor xebitandinê tê berhevkirin. Lê bi gelenperî dema fêqîya wê re? dibe tê berhevkirin, xi?kirin, dindikên wê tên derxistin û bi dewisandinê rûn jê tê derxistin. Ew rûn jî li gor dewisandinê dibin qalîte 1,2,3, pa?ê sabûn jî jê tê çêkirin.

oliven2

Têdahî: Proteîn, Rûn, Selûloz, Kûkûrt, Kasîyûm, Klor, Manganez, Karbonhidrat, Hesin, Neîsan,Omega 6 Oleuropein Vîyamîn A, B1, B, E, D, K  û hwd.

Kêrhatî: Wek me li jor jî got, dermanê hemû derdan e. Faydeyên wê bi nivîsandinê xilas nabin. Her roj di lêkolînek nû de mûcîzeyek wê  tê destnî?ankirin. Mirov dikare li ser wê kitêban binivîse. Lê emê lêre (li vir) hinek kêrhatîyên wê yên biçûk binivîsin.

Kêrhatîyên belg û qa?ilê dara zeytûn ê: 1- Tansîyona bilind dadixe. 2- Kolestrol û ?ekirê xwînê yê bilind kêm dike. 3- ?erê bakterîyên xusardar dike. 4- Antîoksîdanek gellek ba? e.

Kêrhatîyên dohn (rûn) : 1- Mûsîlê çêdike. 2- Safrayê zêde dike. 3-Mokozan ba? dike. 4- Zixta (tansîyona) bilind dadixe. 5-Pê?îya hi?kbûna jîyan, rehan û kezîyan (masûlke) digire.  6- Jibo arê?eyên mexde, mêlak û xalikê zehf bikêrhatî ye. 7-Hestîyan bihêz dike û çerm xwe?ik dike. 8- Jibo dil bikêrhatî ye. 9- Pê?îya pence?êhran digire.10- Pê?taçûna bagirêk ( tumor) an asteng dike û hwd. 

Kêrhatîyên fêqî: 1-Hucran (malzaran) zêde dike. 2- Mîkroban dikuje. 3- Kezîyên dil fireh dike û ba? dixebitîne. 4- Sînûzitên kronîk ba? dike. 5- Tansîyonê dadixe, pê?îya qirîzên dil digire. 6- Pê?îya pence?êhran û peçivîn (werimîn ) an digire. 7- Hestîyan bihêz û zexim dike. 8- Pê?îya Osteoporozê digire. 9- ?ekirê xwînê dadixe.

10 – Pê?îya pence?êhra prostat û qefesa sing digire. 11- Pê?deçûna bagirêk ( tumor) an asteng dike. 12- Wezîfa xalik (fatere?k) ê hêsan dike. 13 – Jehr û bermayîyên ku di rûvikan de mayî tavêje der û hwd.

oliven5

Kêrhatîyên dindikê: 1- Gastirît, kul û arê?eyên a?ikê ji holê radike. 2- Sîstema givirandinê sererasat dike. 3- Xebitîna rûvikan sererast dike.  4- Pê?îya bawesîr û prostatê digire. 5- Di tevahîya bedenê de arê?eyan kêm dike. 6- Rê li ber hucreyên pence?êhran digire û hwd.

Di derbarê zeytûnê de Prof.Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Di sala 1972 an de Bektov û Monelov, bi ekîbên xwe di ceribandin û lêkolînên xwe de tesbît kirine ku çaya belga  zeytûnê zixta bilind dadixe.  Sala 1982, Poletî û ekîba xwe jî di ceribandinên  xwe de heman tesbît kirine. Di sala 1985 an de, di lêkolîn û ceribandinên li ser nexwe?ên ?ekir de derketiye holê ku çaya belga zeytûnê ?ekirê bilind daxistiye û nexwe?ên wê ba? kirine”.

Porofesorê Fransî Reneut û ekîba xwe li ser 600 kesên “Enfertûs”ên dil heyî  ceribandin kirine. Di encamê de derketîye holê ku kesên bi dohnê zeytê xwedî bûne, di wan de nexwe?îya dil kêm peyda bûye û ji alîyê tenduristîyê de jî ji yên din gellek saxlemtirin.

Li Yewnanîstanê di nav ?ênîyên girava Girît û Korfû de, li ser 1215 kesên temen 40-50 salî lêkolîn hatine kirin. Di encamê de bi tenê li cem çar kesan piçekî hi?kbûna reh û damaran û nexwe?îya dil hatiye dîtin.

Robert Lyous û ekîba xwe, çaya belga zeytûnê li ser 500 kesên nexwe?ên xirabûna rîtima dil, edavên alok, qirik û dev, kuxuk, bron?ît, nexwe?î û edavgirtinên çerm, gastît, kul û birîn, artros, nexwe?îya sedef, tansîyon, ?ekir, kolestrola bilind, hi?bûnên rehan jîyan û kezîyan, westîyan, bêhalî, bêdermanî, Borrelioz ( bi pêvedana genê, peydabûna wîrosa enfeksîyonê ) ceribandin çêkirine. Di encamê de nexwe? hemû pê ba? bûne û gehi?tine tenduristîya xwe.

oliven6

Rapora Komîsyona Ewropa dibêje: “ Belgên zeytûnê  jibo xistina tansîyona bilind û zêdekirina îdrarê tê xebitandin”. 

WHO ( Sazîya Tenduristîya Dinyayê) dibêje: “ Civatên ku arê?eyên wan yên hi?kbûna reh, jîy, kezî û ?ekirê bilind heyî, di rûnên dixebitînin de hewceye % 30 omega 6 hebe, ew jî di zeytûnê de pir e”.

Di Zeytûnê de madeya “Oleuropeîn “ heye. Ji wê, di serî de dermanên pence?êhrê û gelek nexwe?îyên din tê çêkirin. Herweha zeytûn ji alîyê  madeya “ Oleîk asîd “ de gellek dewlemend e. Ew jî dermanê nexwe?îya pênce?êhra qefesa sing û gelek nexw?îyên din e.

Prof Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Zeytûn ji alîyê vîtamîn û mîneralan de zehf dewlemend e. Xursendek (xurekek) xwedîker û bi yek gotinê depoyek berhemdar e”.

Dohnê zeytê jibo sîstema dil, damaran û jîyan (rehên zirav) gellek bi fayde ye. Ji ber ku tê de madarek zêde fosfor heye, zeytûn bedenê xwedî dike, givirandinê (hezmê) sanahî (hêsan) dike, gurçikan paqij dike û jibo xistina keviran dibe alîkar. Damaran vedike, sefrayê zêde dike, kurmên di rûvikan de dixe, heke li bedenê bê xistin, çerm xwedî û xwe?ik dike û qirmiçokên wê ji holê radike.

Herweha li ser zeytûn, dohnê zeytê, belga zeytûnê li Unîversîtên Baffalo, Oxford, Mîamî, Mîlano, Harvard û hwd gellek lêkolîn û ceribandin hatine kirin. Di encamên wan de jî tesbît bûye ku jibo tenduristîya dil, reh, jîy, rêlibergirtina pence?êhrê, enfeksîyonên movikan, zeximkirina hestîyan, rêlibergirtina kalbûnê, daxistina zixt û ji gellek nexwe?îyên din re jî dermanek bikêrhatî ye. 

Karanîn:  1- Çaya belgên zeytûnê. 2- Dohnê masajê (firkandinê). 3- Dindika zeytûnê. 4- Bi dohnê zeytê paqijkirina bedenê.

1-     Çaya belga zeytûnê: 3-4  kevçîyên qahwê belgên zeytûnê yên hi?kkirî hûr bikin nav qedehek avê û ava kelî berdin ser, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne. Pa?ê biparzinin û  4 hefteyan li pey hev rojê du qedehên çayê jê vexwin.

2-    Rûnê masajê:  3-4 îsotên tûj û sor hûr bikin nav ?û?eyek tarî,  150 -200 ml dohnê zeytê yê xwerû (saf – xalis) berdin ser û bi devgirtî 4-6 hefteyan bila bisekine. ( lê du rojan carekê bi?ilqînin). Pa?ê biparzinin û bikin ?û?eyekî, li gor hewcedarîyê jibo bawîbûn, pi?tê?, xi?bûna jîy, kezî, rehan û ê?ên movikan li cihên ku dê?in bidin û pê masaj bikin. Hûn dikarin hinek sîr û bîbera re? jî li ser zêde bikin wê dijwartir bibe. Herweha hûn di?ên (dikarin) wê sîstemê bi 2 kulmên pûngê jî pêk bînin.

3-    Dindika zeytûnê: Dema we xurînî kir, dindikên zeytûnan nehavêjin. Ji wan dindikan pi?tî xurinîyê 3- 10 heban bi avê an jî bê av daqurtînin. Jibo hemû arê?eyên ji mexde (a?ik), rûvik û gellek arê?eyên din re ba? e. Netirsin, ava mexde ya saf wê dindikê di demek pir kin de parçe dike ( lê tenê dindik ne zeytûn). Dema mirov herdû serîyên zeytûnê jêdike, di nava wê de madeyek tîr heye. Aha ew made dermanek mûcîze ye.

4-    Paqijkirina bedenê ji toksîn, gemar û jehran: Qedehek ava pirteqalan an jî leymûnên nû giva?tî, 2-3 kevçîyên dohnê zeytê berdin nav . Di ?evên 13, 14 û 15ê mehê dema hîv dagirtî ye (hîva tijî) berî razanê hêdî hêdî vexwin. Wê bedena we ji hemû toksît, gemar û jehran paqij bibe. Hûn dikarin her mehê vî karî pêk bînin.

16.01.2010

About The Author