Lotikek ji Dr. Cengiz Aktar

 

 Dr. Cengîz Aktar, li Zanîngeha Bahçe?ehîrê Serokê Be?ê Yekîtîya Ewrûpayê ye û heta niha pênc pirtûk li ser Yekîtîya Ewrûpayê nivîsandine.

Rojnamevan Ebru Eginlioglu hevpeyvînek qirase bi Dr. Cengiz Aktar re kiriye û îmana meselê teneke kiriye.

cengiz aktar

Ji pirsgirêka qirkirina Ermeniyan bigrin heta bi pirsgirêka Kurd Dr. Cengiz Aktar, lotikên pîroz avêtine û wîjdanê xwe xira nekiriye.

Pi?tî ku behsa Ermenî û qirkirina bûyera wan dike, tê ser Kurdan û dibêje: “Jina min ji min berdayî be Kurd wek Bo?naq, Çeçen û Gurcîyan teslîm nebûn, serê xwe nedan ber kêrê û li dijî asîmîlasyonê derketin. Hikûmetên Tirkiyê ji ev pêvajo sererast nekirin û lotikên neinsanî avêtin” filan û bêvan.

Cîgerim Dr. Cengiz Aktar, pi?tre mijarê tîne ser ?erê çekdarî, rew?a dewlet û PKK û dibê:”Helbet e?kere ye ku pirsa Kurd bi ?er nayê çareserkirin. Divê dewlet jî û PKK jî dev ji lotikên ?er berdin xwe dînomîno nekin. Ji bo vê jî ez “pisporên bêteref” pê?niyaz dikim. Çawa ku li Îrlandayê jî heman rew? pêk hat û pisporên bêteref bûn qasid, divê heman lotik di navbera Kurd û Tirkan de jî bên avêtin. Ji alîyê din zarokên Kurd bi Kurdî diaxivin, emê vê di dibistanan de çawa çareser bikin. Ez dibêjim gerek em jî xwe hînî Kurdî bikin. Wî çaxî emê zêdetir hevdu fahm bikin” filan û fîstan.
Rojnamevan Ebru Eginlioglu ecêbmayî dimîne, devê wê metrokê ji hev vedizile û dipirse: “Na lo, ev çawa dibe yaw?” û dixwaze nerazîbûna xwe bîne zimên.

Lê Cengiz Aktarê me lotikek bêîman li xanimê dixe, di binê simbêlan de dibe?hi?e û dibê: “Çima na? Li Ewrûpayê mirov hînî çend zimanan dibin, hînî 4-5 zimanan dibin. Çima em nikaribin hînî Kurdî bibin qizim” û zimanê wê girêdide.

Ebru xanim dîsa jî serhi?kîyan dike û dibê:“Ê ma ne zimanê me ( yanî Tirkî) mikemmel (fewqeladet) e, ma em karin zimanên Ewrûpî û zimanê Kurdî bixin mêzênekê?

Cîgerim Cengiz dibê: “Dibe ku zimanê Kurdî zêde bi pê? neketibe (haya wî ji zimanê Kurdî nîne ku 101 carî ji zimanê Tirkî pê?detir e û qûnê lê diqetîne). Lê meselên din hene ku divê bên çareserkirin. Meselen 200 hezar Kurdên derbeder nikarin vegerin welatê xwe, bi hisreta vegera welatê xwe ne. 17 hezar kujtîyên faîlî meçhûl hene, çi heqê me li van insanan heye? Çima em vl pelûlê bi serê wan de dirjînin? Divê komisyonên heqîqetê bên damezirandin, heqî û neheqî derkevin holê” filan û xeftan.
Werhasilî kelam gelî xwendevanan, dibêjin “zor gîzerê radike”.

Heger em Kurd birastî jî li ser ya xwe bimînin û xwedî li doz û aimanê xwe derkevin, wê kesên mîna Dr. Cengiz Aktar zêdetir bibin û emê di awira gelemperîya Tirkiyê û dinyayê de zûtir bigihên mafên xwe…

Stenbol

About The Author