Têr vexwin û zik li xwe bikin me?k

Îro mijara me li ser bîra ye. Yanî ew vexwarina ku ji ava ceh çêdibe û zik li meriv dike me?k lo, bîra bîra….

Heta niha gellekan ji me bawer dikir ku bîra tenê zik li meriv dinepixîne û meriv  wek mirî?ka gê? serxwe? dike. Lê derket holê ku bîra ji bo bedena meriv ba? û bi fayde ye.

bira4

Di derbarê bîrayê de li Zanîngeha Kalîfornîyayê lêkolînek balkê? hat çêkirin. Di encama lêkolînê de derket hole ku bîra hestîyên bedena meriv qewîn dike û tu zirara bîrayê tuneye. Li gora jêdera lêkolînê, di bîrayê de maddeyek bi navê “silikon” heye (ku wek ortosîlîk asît tê binavkirin) û ev madde di qewînbûn û xurtbûna hestîyên bedenê de rolek sereke dilîze.

Dîsa li gora lorika lêkolîna Zanîngeha Kalîfornîyayê, di nava lîtreyek bîra de di navbera 56.5 û 6.4 mîlîgram maddeya silikon heye.

bira

Werhasilî kelam, aha min faydeya bîrayê ji we re got gelî xwendevanan.

Bîra hestîyan qewîn dike û nahêle hestî zû bi zû bi?kên. Ez karim bi serê Ehmedînejado sûnd bixwim ku heger hûn rojê galonek 100 lîtreyî bîra vexwin, jina we bero?ê di serê we de bi?kîne jî ti?tek bi hestîyên we nayê.

Vexwin vexwin, bîra vexwin.

Xêr û guneh di stuyê Zanîngeha Kalîfornîyayê de ye, qet metirsin.

Ji min gotin qurban.

Îcar hûn vedixwin, venaxwin, ji vî ve û hûn sax….

Kalîfornîya

About The Author