Bi sê telaqan ev komployek navnetewî ye!

actual-chanel-picYaw ez hew zanim ji kê bawer bikim û ji kê nekim cîgerim, hema herkes radibe û lotikekê li gor serê xwe davêje. Law ma ev bû edalet babam! Yan li ser dînê Xelo bimînin, yan li ser ê Celo, wî!

Vê heyamê lêkolîn li ser lêkolînan çêdibin. Hema kî betal û tiral be lêkolînekê dike. Kî bi jina xwe nikaribe lêkolînekê dike. Serê kê bê?e lêkolînekê dike. Qûna kê buxre lêkolînekê dike, eeerrrrreeeeekkkk! Law ma ev lêkolîn bûn çi gidyanooooo!

Werhasil, li gora saloxdanên malpera Science Daily, dibêjin zanyarên ku qa?o ji bêhnê fahm dikin û pozê wan ji pozê seg û tajîyan zêdetir bêhnê distînin, lêkolînek qerase li ser parfûman û bêhna bedena jinan kiriye.  Ev lêkolîna qerase di kovara Psychological Science de hatiye we?andin û xwedêgiravî dê weledê xwe avêtiye.

parfum

Li ser bextê zanyarên Zanîngeha Florîda  Paul L.Miller û Jon K. Maner be, dibêjin di encama lêkolînê de derketiye holê ku jinik û minikên germik û nermik, salê bi milyaran dolar li parfûm û bêhnên xwe? serf dikin da ku bala zilaman bik?înin ser xwe, li wan rakin û wan bikin wek gayên nav garanê.  

Dibêjin di lêkolînê de sê rojan fanêreyên jinan dane çend zilaman û wan qûnekan jî ew fanêre bêhn kirine. Pi?tre parfûm û misk û ember dane wan zilaman û dîsa wan bêhn kiriye. Di encama bêhnkirinê de, zilaman bi telaqên bêfitû sûnd xwarine ku bêhna fanêrê jinan (tenê bêhna xwêdanê jê tê haa) zêdetir bala wan ki?andiye û nav ?eqê wan xurandiye.

Îcar li ser vê lotika kesanedî, pispor û zanyar gihane wê biryarê û jinên xwe ji xwe berdane ku „ bêhna xwezayî (natûrel, tabiî) ya jinan ji 101 bavê parfûman bihêztir û seksîtir e, zilaman wek hespên Bahman Gobadî bê eraq serxwe? dike û dide bin dûvê wan“.

45
Hûn dibînin ne wilo gelî lotikvanino!

Îcar ev lotik ne komployek navnetewî be naxwe çiye babam?

Law ma hewara we û lêkolîna li ser parfûm û xwêdana jinan bû hey nizanim çi?

Min bi zor û heft bela ji xwe re çend qirû? dan ser hev û min qulikek dikana parfûman ji xwe re vekir, law ma çi zû çavê we bar nebû û we lotikek li min û dikanka min xist ha!

De îcar pi?tî vê lêkolînê ezê çawa parfûmên xwe bifro?im yabo, iiii ihiii!? Ez parfûman didim kê, dibêjin: „Na babam, bêhna xwêdana jinan ji vê parfûmka te nayê, em nakirin“ û berê min didin patax û îflasê.

Axir, lêkolîna Zanîngeha Florîdayê nîha kefenê 101 bavê parfûmên min û çewalekî navnetewî xistin serê min gelî xwendevanan.

Ez li axretê dawedarê Zanîngeha Florîdayê me û xelas…

About The Author