GULKELEM

BARSSICA  OLERACEA

Gulkelem hê?înhatek ji malbata keleman e. Ji ber ku wek seriyek ji gul, anjî kulîlkan pêk hatîye û di?ibe kelemek wek kulîlkan,  jê re ew navê “ gulkelem “ hatîye danîn.

Dikakek du salanî ye. Belgên wê wek yê keleman in. Belgên hundur kesk, lê yên derva rengê xwelîyê ne. Navika wê di nava belgên wê de pêçayî ye, di?ibe seriyek ji gulan. Kulîlkên wê zerên spî ne. Di nava kulîlkan de bizrê wê heye. Herçend rengê wê spî be jî, lê van salên dawîn rengên kesk, binev?î û zer jî jê hatîne peydakirin. Xasma li Îngilîztanê ev rengên jê peydakirî ji welatên din zêdetirin. Gulkelem dikakek zivistankî ye û zehf faydedar e.

bb

Welat û dîrok: Welatê wê hinek dibên “Asya biçûk” e . Hinek jî dibên “ rojavayê Behra Spî”ye . Dîroka wê ba? nayê zanîn an jî em di lêgerînan de lê rast nehatin. Di sedsala 6. de eskerên artê?a Xaçparêzan bi xwe re anîne Ewropa û li Ewropa çandinîya wê kirine, li wir jî belavî welatên din bûye.

Berhevkirin:  Ji ber ku dikakek zivistankî ye, payîzê ji qurmê wê tê jêkirin.  Di nav belgên wê de heya midetekê tê paraztin. An jî  bi awayê tir?î, kelekdayîn û di cemedxanê (sarincok) de tê parastin û wek koserve tê hilanîn.

Têdahî: Potasyûm, kalsîyûm, sodyûm, îdol 3,  fosfor, proteîn, karbonhîdrat, kolestrol,  hesin, lîf, hormonên zayendî (cinsî ),  vîtamîn A, B1, B2 , B3, C, K, E.

Kêrhatî: 1- Arê?eyên dil ji holê radike. 2- Xebitîna mejî û damaran çêtir dike. 3- Xebitîna rûvikan sererast û tekûz dike. 4- Pê?îya kul û brînên a?ikê digire ( heke hebin dikewîne). 5- Jibo nexwe?îyên xalik (fatere?k ) ê bikêrhatî ye. 6- Jibo  rêyên avrêjê û edavên wê yên kronîk, dermanekî herî berbiçav e. 7- Li hember pençe?êhrên rûvikên stûr û a?ikê bandorek ba? nî?an dide. 8- Pê?îya bêxwînîyê digire. 9- Zixtê (tansîyon ) dadixe.

Di vê derbarê de Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû û Ahmet Marankî dibêjin: ” Di gulkelemê de zehf vîtamîn û mîneralên bikêrhatî yên wek  A, B, C,  K, E  kalsîyûm, potasyûm, hesin  û hwd. hene. Xurekek (xidayek) bikêrhatî ye. Heke 5 deqîkan li ser agir bê kelandin û wek selete, yan jî pêxwarin bê xebitandin, wê fayda wê zêdetir be. Divê ava wê neyê rijandin û jibo ?orban bê xebitandin. Heke zêde bê kelandin, piranîya têdahîyên xwe winda dike. Heke wek “kûr “ bê xebitandin, wê ji edav

 (kurmîbûn) û arê?eyên rûvik û rêyên avrêjê re faydeyek ba? jê bête standin. Herweha wê pê?îya bîrov û kulên a?ikê jî bigire”.

Karanîn: 1- Kûra gulkelemê. 2- Xwarin, selete, ?orbe û hwd.

1-      Kûra gulkelemê: 250-300 gr gulkelemê bikin nav bero?ekê, 750 ml ava kelandî berdin ser û 5-6 deqîqan li ser agirê kêm bikelînin. Nîvê wê avê spêdê, nîvê din jî êvarî vexwin (berî an jî pi?tî xwarinê ferq naket ). 7 rojan bidomînin û 3 rojan navbeynê bidinê. Dîsan 7 rojan vexwin û navberê bidinê. Ew Kûr ji derveyê navberdanan divê 21 rojan bê pêkanîn (domandin).

2-     Xwarin:  Ji gulkelemê gelek xwarinên go?t û bêgo?t , meqerne, borek, ?orbe, û salate tên çêkirin.

About The Author