Hûn dixwazin bextewar bin?

 Gelo navbera we û jina we çawa ye? ?îr û ?ekir e yan ?or û tûj e? Hûn li bextewarî û ?anazîyê digerin û dixwazin navbera we û jina we xwe?, germ û nerm be? Aha ji we re çend pê?niyazên qerase:

lotik_xaltika-fate

1- Çi cara ku hûn ji derve hatin, destvala bi ser jina xwe de neyên, baqek gulên sor ji ewên ku bêhna wan kîlometroyekê difûre, ji wan re bînin.

2-  Heger hûn çûn kar yan karekî we li derve derket, her serê pênc deqîqeyan telefonî jina xwe bikin û raporek wek rapora Komisyona Ewrûpayê bidin jina xwe.

3- Heger destava we hat yan zikê we kir qurequr û qûna we zorî da we, berê destûrê ji jina xwe bixwazin û pi?tre herin abdestxanê. Heger jina we bêje „nabe“ û destûrê nede we, xwe bigrin, di xwe de bimeyînin heta go jina we got:“Êdî bes e“.

 

4- Gava hûn birçî yan tî bûn, destê jina xwe ramîsin, bêjin:“Hurmet, ma ez karim gepik nan bixwim yan gulpek av vexwim gelo“ û li dora wê bibin perwane.

5- Heger dilê we bijiya xwarina go?tê mirî?kan, li dora jina xwe bizîzikin, wek mirî?kan bikin „qid-qid“ û serê xwe ber bi ezmên ve rakin.

6- Heger jina we xwarin pijand, sedî sed hûn firaxan bi?on, ser masê pak bikin û çayê deynin ser êgir, çaya jina xwe amade bikin.

7- Berî çayê bikele, dendik, qidam, nok, çîqolata, paste û peqlawê ji jina xwe re li ser masê bikin ristik. Mûmekê jî pêxin û dûrguhêza televizyonê jî deynin ber destê xwe.

8- Pi?tî we çayê anî, kevçîyek ?ekir têxin çaya jina xwe, dûrguhêza televizyonê têxin destê xwe û ji jina xwe bipirsin:“Heyatim, tu kîjan rêzeflîmên Tirkî dixwazi? A?q û Heyat yan Unutulmaz? Bu qalp senî unuturmu yan Ezel? Qasaba yan A?q bir xeyal? Yemekteyîz yan Oynama ?iqidim ?iqidim?“ û  jê re kanal bi kanal li rêzeflîman bigerin.

9- Pi?tre fêkî bînin deynin ser masê, ji jina xwe re çend mûz, sêv, hirmî, pirteqal, kîvî, avokado, petîx û zebe?an biqe?êrin, tela? bi tela?, nazik nazik têxin devê jina xwe.

10- Heger jina we pi?tî xwarin û vexwarinê bixwaze here avdestxanê, berê misînê wê dagirin, kaxezên qûnê ji ewên nermik hazir bikin, derî jê re vekin û bêjin:“Ê de keremke canim cîgerim“ û li ber devê derî nobetê lê bigrin, hazir û nazir bin.

11- Heger jina we ji we aciz bû û bero?a ?orbê bi serê we dakir, xwe aciz nekin, bero?ê bi?on, herin avekê li xwe kin û werin cem jina xwe bêjin:“Ka bero?ek din bi serê min dake ezîzim“ û dilê wê xwe? bikin.

12-  Heger zarokên we hebin, nehêlin jina we wan hilîne û deyne. Qûna zarokan bi?on, wan bi nan û av bikin, wan bihejînin û têxin xew.

13- Heger bû derengî ?evê û hûn û jina xwe ketin paxila hev, parfûm, misk û emberê bi xwe danekin. Çawa be wê oda razanê ji bêhna tirr û fisên we bibe „parfûmxane“ û hûnê wek kîmyabarandina Helebçeyê gêj û serxwe? bibin, xwe? razên.

14- Serê sibê zû rabin ta?tê hazir bikin, ser masê bixemilînin, ?imika jina xwe deynin ber lingên wê, deylêkinê, bibin ser?okê ser û çavên wê bi?on, muzîkek ji stranên „romantîk yên Mozart yan jî Xûlîos Îglesîas“ germik û nermik deynin ser û li ser masa ta?tê rûnên.

15-  Ji bo jina we bi jehrî nekeve û nemire, çay û xwarinên li ser masê tam bikin, biceribînin û pi?tre bidin jina xwe.  Pi?tî ta?tê jî, jina xwe li kolînka xwe bikin û wê derxin li park û seyrangehan bigerînin.

Aha bingeha jiyanek bextewar ev ?ert û merc in gelî lotikvanan. Heger hûn van ?îretên min têxin serê xwe, hûnê wek Leyla û Mecnûn, wek Memo û Zînê  ji hev hez bikin û li ber çavên hev nebin wek tenîya binê bero?ê.

Na heger hûn bêjin:“Na wele evqas xizmetên giran ji me nayê û em nikarin barê jina xwe hilgirin baba“, hema rahijin buxçik, tûrik û xurcikên xwe û herin li welatekî Afrîkayê bibin penaber û hûn sax…

About The Author