DÊLIKA DIRINDE Û ARD

asvan

Hemoyê me ji bo xwarina malbatê genimê xwe li parxêlê (ereba ga) bar û kir berê xwe da a?ê avê. Arvanê salînî  ye, êvarê dest pê dike heta sibê ancax tê hêrandin. A?van (qera?) jî bê xew maye, çewalên ardê Hemo diavêjin ser parxêlê, baranek dijwar dest pê dike, tu dibê qey asîman qul bûye wê demê.

A?van derê a? mifte dike û dibê: “ Hemo ez diçim mala xwe, bê xewim. De bi xatirê te “.

 Hemo dibê: “ Ma ev kirina te rast e gelo! Gayên min wa li mêrgê ne, baran jî dibare û te ez avêtim derva, ka ezê çi gûyî bixwim law!

Gotina Hemo pere nake, a?van di reve diçe werhasil.

Hemo ji bo xwe ji baranê biparêze, li ber diwarê ê? disekine. Baran dom dike. Çewalek diryayî (çiriyayî)  hebûye ku baran bi ser de tê, ard dibe hevîr. Dêlikek (kûçika mê) dirinde jî tê devê xwe dike çewalê ku ardê wê bûye hevîr û dixwe. Hemo ji dêlikê re dibê: “ Ho???ttt, ho???ttt!

Dêlik qîlên xwe nî?anî Hemo dike û dike ewte ewt, lê ye êrî?ê bikê û dixirice Hemo.

Hemo ji dêlikê ditirse, cîyeki ku  pê de jî biçe tune . Neçar ji dêlikê re dibê: “ Wîîî dayê min ji te re ti?tek negot, hevîr xav e wê zikê te biê?e, lewma min deng li te kir  keçko“.

Bi xwedê ev mesela me û dagîrkera ye. Hatine li ser axa me bi zorê rûni?tine ne bes e, îcar dev avêtine xwîna me. Ma hûnê heta kengî ji dêlika asenaya wan re bibêjin “dayê“ wek Hemo yê tirsonek!!! 

Ma qe pozê we na?ewite law?

Kurdistan

About The Author