Tirkiye navenda ku?eku? û xirepi?ê ye

Tirkiye navenda narkotîkê û ?û?tina perên re? e (ne perên boyaxkirî lo, perên ku zikata wan nehatiye dan û di balîf û kewaran de tên ve?artin ha).

Li gora rapora ku Wezareta Derve ya Amerîkayê daye zanîn û belav kiriye, Tirkiye navenda narkotîkê (eroîn, kokaîn, morfîn, afyon, esrar, he?î?, ekstazy, dermanê qûnekkirinê, dermanê harkirinê, dermanê jixweberdanê, macûn û melhema xistin û derxistinê filan û bêvan) û perên re? e.  Raporê daye zanîn ku temamê narkotîka ku diçe Ewrûpa di ser Tirkiyê re derbasî welatên rojava dibe û qûnê li keç û xortên xelkê diqetîne.

Ne tenê narkotîk û perên re?, lê rapor e?kere dike ku Tirkiye herweha navenda sextekarî, hîlebazî, zinêkarî, xapandin, qûnlihevqetandin, lihevrastkirin, jinfirotin û hezar quzilqurtên din e jî.

eroin Kopie

Li gora rapora salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, navenda herî mezin a eroînê Afganistan e (bifikirin bê ?erê li Afganistanê ji bo çi û li ser çi tê kirin), ji Afganistanê derbasî Îranê dibe, ji Îranê Tirkiye û ji Tirkiye jî derbasî welatên rojava dibe. Ne tenê Ewrûpa, lê eroîna ku derbasî Rûsya jî dibe dîsa bi rêya Tirkiyê qû?ê li Rûsan diqetîne.

Ez serê we neê?înim gelî lotikvanan.

Hema bêjin Tirkiye navenda her quzilqurtê ye û balkê? e ku serkê?îya wê quzilqurt û toz û mozê jî di destê Kurdên me de ye.

De werin Stenbolê lêkolînek sererd û binerd bikin qarda?im, heger toz û moz, dûman û ecacok, tofan û bahoz ne di destê Kurdan de be ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim.

Axir lo, heger hûn dixwazin di nav toz û dûmanê de bifetisin û bibin kê? û mê?, werin Tirkiyê û hûn sax….

Stenbol

About The Author