Xwedîyê fisê bi xwe dihise

 Dîroka Tirkan bi komplo, vir û derewan hatiye nivîsandin. Çand û kultura wan ji xelkê hatiye dizîn. Zimanê wan ji zimanê Kurdî, Farisî,Erebî û zimanên din pêk hatiye. Tew ji xwe kes nizane bê bezê bin guhê bavê wan ji ku ye, kurên kê û ne kê ne. Lê bi ser evqas taybetmendîyên dûrî merivantîyê jî, ya xwe bi ser ya xelkê dixin û xwe dixin ?ûna insanan.

Werhasil, mesela me li ser vir û derew, dek û dolabên wan bû.

Wek hûn zanin cîger û kezeblerim, serokê Kurdên sererd û binerd sayin ba?qan Ocalan, di 15ê Sibata 1999an de li Kenyaya Afrîka re?ik bi komployek navnetewî hatibû girtin û xwelîya heft gundan li serê Ecevît û dewleta Tirk hatibû kirin.

eco

Ecevîtê pozdirêj û Karaoxlanê ku demekê Kurdên me qûna wî dalastin û navê wî li zarokên xwe dikirin, di preskonferansê de bi heyecan çend tirr kiribûn û gotibû: ”Bi ?e? telaqên jinberdanê, ji vê kêlîkê û pêde serokê PKK di destê me de ye, li Tirkiyê ye û me soza xwe pêk anî, me ew pakêt kir û ji Kenyayê anî Tirkiyê. Ewha hat û ewha çû, delîlo delîlo seyranê” û govendek xurfanî girtibû.

Lê Ecevîtê pozdirêj pi?tî demekê li xwe mikur hatibû û gotibû:”Halla hallaaaaaa ya siphan allaaa! Yaw ev çima Ocalan teslîmî me kirin qarda?im? Ez bi serê Rah?an xanimê kim, min hê jî fahm nekiriye bê ka çima Ocalan radestî me kirine lo” û derewa qûna xwe e?kere kiribû. Ango, Tirkan Ocalan negirtibû, lê hinekan ew girtibûn û wek xelatekê radestî Tirkoleran kiribûn.

Helbet Tirkoler û cewrikên dêlegura Asenayê govend û dîlan girtibûn, dê weledên xwe davêtin û ji kêfa girtina ba?qan Ocalan re didan lotik û zîtirkên bergîlkî.

Îcar mesela me li ser girtina cîgerim Ocalan û derewên Tirkoleran bû. Pi?tî min hevpeyvîna ?êwirmendê Bulent Ecevît Ertugrul Çiragan xwend, hema pirça serê min gijo mijo bû, ev nivîs hat bîra min û min go de ezê di kefenê 101 bavê wan û derewên wan im, ma law heta kengî, êdî bes e!

Ertugrul Çiragan begefendî di hevpeyvîna xwe de ( a di televizyona NTV de) ?ik û gumanên xwe anî zimên, jina xwe ji xwe berda û got:”Yaw cîgerim, niha ez bi ?ik û guman im ku MOSSADê Ocalan radestî me kiriye. Yan na, qûna me Tirkan ne ew qûn e ku em karibin yekî wek Ocalan pakêt bikin û ji Kenyayê bînin Tirkiyê dînime îmanime” filan û fîstan.

Yanî, pi?tî ewqas sal û zemanên derbasbûyî, ?êwirmendê Ecevît ê pozdirêj Ertugrul Çiragan, nuh pê dihese û mikur tê ku MOSSADê Ocalan teslîmî wan kiriye.

Çima MOSSADê ew teslîmî Tirkan kiriye hûn zanin gelî lotikvanan?

Çima ku Ecevît çûbû dest û lingên serokwezîrê Israîl ê wê demê Netanyahu, li ber geriyabû û gotibû:”Law Netanyahu, oxlim, ez xulam, law ez bi serê Rah?an xanimê kim em rezîl û riswa bûne kuro. Em hew wêrin ji ?erm û fedîyan derkevin nava xelkê wî. De ka ji kerema xwe wî “terorîst ba?î” Ocalan pakêt bikin û bidin me lo, ma bi lotikekê dinya xera nabe ” û daxwaza alîkarîya girtina ba?qan Ocalan ji Netanyahu efendî kiribû.

Werhasilî kelam, sedî sed ez jî wek cîgerim Ertugrul Çiragan difikirim allawekîl.

Ma law ku ne ji CÎA û MOSSADÊ bûya, ma ew qûn li ser Tirkan hebû ku cîgerim ba?qan bigirtana hêê?

Îcar bav û kalên me çi dibêjin?

Dibêjin:

“Hesp dibeze siwar pesnê xwe dide”

Îcar çawa ku Tirkan rebena “lehmecûna Ereban” ji xwe re kirin “Turki?he pîzza”, lotika CIA û MOSSADÊ jî kirin “ ?an û ?eref” û pê hespên xwe bezandin wesselam.

De xwedê ahê Ocalanos ji Tirk, CIA û MOSSADê re nehêle û hûn sax….

Xançepek

About The Author