Kurdan 9ê wan kirin 10

zekoEm xwe bi xwe çi bi hev bikin bi serê kesî neketîye. Lê go yekî din were û dest bavêje doxîna me, emê agir bi herîyê jî xin.

Îca ez rebena xwedê ku kezeba min li ser Sofî Xelef ?ewitîye, heger nermokekî Belcîkî dest bavêje doxîna me, ezê di riya bavê wî de birîm.

Erê bêbavan wek penêrê ter in û bê nan tên xwarin, lê hema bi xwedê namûsa min tehmûl nake dema ku destê xwe bavêjin doxîna ROJ TV ê.

Ez bi deh cavan li ber rûdinêm dibêm belkî carekê Sofî Xelefê xwe tê de bibînim, lê ez çavê Kurdan bixwim, wek mêrê têr viyagra derpî ji wan kirin û î?ê wan rast kirin.  Ez kor û hitim bibim ku min Sofî Xelef di nav wan de dît bê çawa derpî li serê wan gerand û nehê wan kir deh.

roj_tvni

Tevî ku dilê min bi ser wî de ye jî, lê ez divê guharê xwe bifro?im û çend qotî viyagra ji sofî Xelef re bi?înim. Ma kî zane, belkî hinek din jî tema xwe li Roja me xera bikin, bera Sofîkê min amadebe û deling ji wan ke.

Yabo bera delingên min li ser milê min birize ma ji were çi!

About The Author