Cîgerim bala Barzanî û Talabanî ki?and

Li ser bextê ajansa ANF û parêzeran be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin ba?qan Ocalan, di vê hevdîtina xwe ya dawîn de bal ki?andiye ser pêkanîna konferans û kongreyek netewî û bala Barzanî û Talabanî ki?andiye.

Dibêjin ba?qan gotiye:”Cîgerno, ez bi minasebeta Cejna Newrozê bang li Kurdên her çar parçeyan û yên li Ewrûpayê dikim ku konferansek netewî li dar xin û kongreyek netewî bê damezirnadin. Divê ev kongre polîtîkayên hevbe? destnî?an bike, divê hêzên paraztina xwe bikin yek û lotikên bêîman bavêjin. Xeterîyên li hemberî gelê Kurd hertim hene. Wek tê zanîn, wê Amerîka ji Iraqê veki?e. Erebên qûnre? hertim karin tevgera federasyona Kurd têk bibin û wek gurên devbixwîn êrî?î wê bikin” filan û fîstan.  

 

Cîgerim Ocalan, bi berdewamî gotiye:“Tehlûkeya êrî?ek mezin li hember Kurdan heye. Dibe ku ev êrî? ji Helebçeyê mezintir be jî. Divê Barzanî û Talabanî vê yekê bibînin û xwe germik û nermik nekin. Ji bo gelê Kurd nekevin rew?a Ermenî û Rûman, divê yekîtîya xwe pêk bînin“ û lotikên bi îman avêtine.

ocalan nuh

Werhasilî kelam, dibêjin ba?qan Ocalan sê pê?niyaz avêtine holê.

1-     Divê kongre û meclîsek hevbe? bê pêkanîn.

2-    Li hember xeterîyan, divê hêzên paraztinê bikin yek.

3-    Divê rêveberîyek hevbe? wek a FKO (Rêxistina Rizgarîya Filistînê) pêk bê.

Axir, ez serê we neê?înim, ba?qanê me vê carê gelemperî fikiriye û bal ki?andiye ser pê?eroja Kurdan. Îcar Barzanî û Talabanî bi ya wî dikin nakin, ?îretên wî dixin serê xwe naxin serê xwe nizanim.

Hûn çi difikirin nizanim, lê ez wek îmana xwe zanim ku heta serê meriv li kevir nekeve, hi?ê meriv nayê serê meriv wesselam…

About The Author