Agirê nava Gozê

Mêrê Gozê bêwext diçe ber emrê xwedê ser dilovanî ya xwe. Gozê jinebî dimîne. Gozê dixwaze cardin here mêr bike, lê lawê wî Evdo rêdanîyê nadê. Gozê jî carê bi qesta  ji Evdo re dibê: “ Ez nexwe? im, min bibe ser doktor (bijîjk) “. Evdo çar neçar dayika xwe dibe ser doktor.

Doktor bi Tirkî  jê dipirse dibê: “Sedema nerehetîya te, nexwe?î ya te çi ye ?

Gozê fêm nake ji ber ku Tirkî nizane. Evdo wergerîyê di navbera wan de dike. Gozê dibê: “ Zikê min diê?e, jan heye “.

asik

Doktor dibê: “ Hela jê pirs bike , ba berdana (tirr- fis) dayîka te heye yan ne?

Evdo gava pirs dike, Gozê dibê: “ Pepûûûûûkkk eyba re? , lawo ka ez çawa bêjim, ma ?erm nîne!

Doktor pirsa di duyemîn de dibê: “ Ka pirs bike agir girtina dayîka te heye gelo?

Evdo, gava vê pirsê li dayika xwe werdigerîne; Gozê dibê: “ Wey rehmet li bavê doktor, binêr çawa bi nexwe?îya min zane. Lê tu min fêm nakî lawo

Werhasil, bi wî awayî Gozê merama xwe tîne zimên.

Ev jana di zikê me Kurdan de ye,  yan wê bê çareserkirin, an jî emê biteqin!

Kesekî me fêm bike jî tune mixabin.

Bi ?e? telaqan, heta em Kurd dest û pi?tgirîyê nedin hev, wê agirê di nava Gozê de her û her me Kurdan bi?ewitîne û hûn sax…

Kurdistan

About The Author