Sîxurê me „Pîngpîng“ ?ehîd ket!

Piçûktir û kurttirîn zilamê dinyayê Pîngpîng ê Moxolî, ji ber sekta dil mir û ?ehîd ket. Bela rehma xwedê lê be û xwedê teala di bihu?ta xwe de 70 horîyên porzer û memikmezin bike qismetê wî. Amîîîînnnn!

Birêz Pîngpîng, wek piçûktir û kurttirîn merivê dinyayê ketibû pirtûka rekoran a Guînnees ê. Mêro têra xwe me?hûr bûbû û ?ûr simbêlê wî nedibirrîn.

pingping

Werhasil, pi?tî ku birêz Pîngpîng bi nav û deng bû, me têkilîyek xurt pê re danîbû û ew kiribû sempatîzan û sîxurê Lotikxanê. Ciwamêr car caran ji Çîn û Moxolistanê fitne û fesadî ji me re digotin û me jî li gora fesadîyên wî plan û projeyên pê?erojê amade dikir.

Belê gelî xwendevanan…

Sîxurê me Pîngpîng sekta dil derbas kir, tirr têde nema û çû ber rehma xwedê. Li gora saloxdanên hinek sîxurên me yên li Japonya û Vîetnamê, sedema sekta dilê Pîngpîng balkê? e.

Xwedêhi?tê Pîngpîngê me hingî tolaz û agirpêketî bû, diçe xwe di nava ?eqê du jinikên bedew de vedi?êre. Ê gava çav li sûk û bazara wan dikeve û bêhna wan bacanên sor tê Pîngpîng efendî, hema dilê wî dibê „tik“ û disekine. Werhasilî kelam, Pîngpîngê me di nav ?eqê herdu hurmetan de ?ehîd dikeve û dimre.

Oxira wî ya Filîtê Quto be û rehma xwedê lê be rebbî…

Moxolistan

About The Author