?imamokê û Mihemedê Serperitî

Silav xaltîka Fatê

Xaltîka delal û ?îrîn, dermanê derdê bê derman…

Navê min ?imamokê ye. Ez ji ba?ûrê Kurdistanekan im û temenê min 31 sal, 11 meh, 3 hefte û 12 seet e. Yanî, ez tam di kemla xwe de me û av li min geriyaye.

Derdê min pir mezin û giran e xaltîka Fatê. Xwedê neyne serê kesî, ti?tê hatiye serê min nehatiye serê mi?k û pisîkên xwedê. Hêvîdarim tuyê aqilekî bidî min û rêyek xêrê bide ber min rebena xwedê.

Derdê min ev e xaltîka Fatê.

Di zankoya Selaheddînê de ez û xiyarekî dil ketin hev. Navê xiyaro Mihemedê Serperitî bû. Ji ber serê wî wek qûna meymûnê peritî bû û gurî û keçel bû, jê re digotin “Serperitîyo”. Lê Serperityo xortekî ba? bû, ji min hez dikir û wek tajîyê ku bide dû kîro?kê dida dû min.

Axir, rojekê dê û bavê Serperitîyo hatin mala me xwazgînîyê û ez ji bavê min xwestim. Lê gava bavê min çav li serê peritî û keçelîya Mihemedo ket, wek pisîka ku têkeve nava mêst (mast) lê hat û hew nemabû ku dilê wî raweste.

kecelo

Bavê min li min hêrs bû û got: “Ev e hezkirîyê te ?imamokê?”

Min go: “Erê welle ev e babo”.

Bavê min bi gijola porê min girt û got:”Evê gurî û keçel e ha, keçê serê wî wek qûna meymûnê ye, ma ezê çawa qûna meymûnê bikim zavayê xwe, ma wê xelk û alem nebêjin Silo keça xwe daye yekî keçel haaaaaaa” û ?îmaqek li min xist.

Axir, her çiqas min ji babê xwe re got ku „wê Mihemedo porê xwe biçîne û porê xwe wek porê Fazil Mîranî boyax bike“ jî, fêde nekir û Mihemedê Serperitî ji malê qewirand.

Axir xaltîka Fatê

Ez ketime bextê te, min ji vê belatê xelas bike. Ez û Mihemedê Serperitî bûne wel Leyla û Mecnûn. Em ji derdê lotikan di?ewitin û doxîna me ?ilo pilo dibe. Yan divê ez jî xwe wek jinên Kurdên ba?ûrekan bi?ewitînim û yan jî divê miradê min û Serperitîyê min bi hev bibe.

Ka îcar tu dibê çi xaltîka Fatê?

?imamokê

Duhok

——————

Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê yezdanê pak û xiyarên Duhokê…

Ya ?imamoka 31 salî…

Weyla min di devê te û babê te de mîztê, yanî ji temamê Kurdistanê te çû yekî gurî û keçel dît ha? Ma xiyar li ba?ûr qeliyabûn xwedênehi?tê? Mihemedê Serperitî! Merheba Serperitîyo! Ê ji xwe wê babê te aciz bibe û bibe wek pisîka nava mêst kezîkurê, haletê babê te serperitî û zavayê wî serperitî, ma ev bû? Ma du serperitî di malekê de dibin keçko, wî!

Werhasil ya ?imamokê, weyla agirê tenûrên heft gundan bi doxînê ketê rebbî…

Law madem agir bi nav ?eqê te ketiye û tu dixwazi bizewicî, îcar guhdarîya xaltîka xwe bike û van ?îretên min têxe serê xwe.

Binere, niha modeya „rast têxê û ?a? derxe“ derketiye. Yanî, gava zilamek diçe ji xwe re keçekê dixwaze, dê û bav keça xwe ya xwe?ik û seksî pê? zilêm dikin û girêza devê wî diherikînin. Pi?tî qelen tê dan û mehra îmamê çaroxî  tê birrîn, dê û bav îcar keça xwe ya qert û jihevdeketî dixemilînin û ji zilêm re di?înin. Îcar gava zilam rûdanka ser çavê bûkê radike çi dibîne hesab li cem te..

Îcar bi ya xaltîka xwe bike û tu jî taktîka „rast têxê û ?a? derxe“ bi kar bîne.

Meselen xortekî çelend û lihevhatî bibe malê cem babê xwe û bêje:“Aha ji te re zavayekî qirase, mêrê bi sed mêrî. Navê wî Mihemed e“. Ji xwe hesil dêya te ye. Heger dêya te dil ket zavayê xwe û got „temam e, aha ev xiyarekî ba? e“, babê te nabêje na.

Îcar pi?tî babê te te da wî xiyarê qe?artî û mehra îmamê çaroxî avêtin ser we, here cem Mihemedê Serperitî, bibe jina wî kurmê xwe bi?kînin, hevdu di nav toz û dûmanê de bihêlin. Heger rojekê babê te çav li Mihemedê Serperitî û serê wî yê wek qûna meymûnê ket, bêje „babo ê?a mirî?kan bi Mihemedê min girt û porê wî we?iya“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam ya ?imamoka agirpêketî…

Bi ya xaltîka xwe Fatê bike û eynen weke ku min gotiye bike. Heger babê te qebûl kir û ket xefikê, ji xwe tuyê bi xiyarê Mihemedê Serperitî ?ad bibî. Yan na, were emê xortekî ji xortên Lotikxanê bidin te û ji sibê hetanî êvarî hevdu bidin ber lotik û zîtirkên bergîlkî û tu sax….

De yalla, xwedê bi te re be rebbî….

About The Author