KURD Û NEWROZ

NEWROZA  WE  PîROZ  BE

Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz car bi xwe?î û car bi nexwe?î hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdû?tî û Medan de çiqas agahdar in?

Ezê îro behsa sifra Newrozê û  agirê newrozê bikim û bi qasî ku dizanim we agahdar bikim. Agirê Newrozê di êvara 20ê Adarê de tê pêxistin. Ligor adetên kevnar hewceye mirov  sê rojan berê pê?ewazîya Newrozê bike û li mala xwe findan (mûman) pêxe. Êvara 20ê Adarê agirê Newrozê tê pêxistin, sefran û ember li agir tê re?andin. Herweha pî?tî qedandina agirê Newrozê, sifra Newrozê di malan de dihat danîn. (niha jî Kurdên rojhilat yê Hewremanî wê sifreyê datînin).

Berî Newrozê bi çend hefteyan, genim di nava vazoyan de diçînin. Di roja sifra Newrozê de hinek ji wî çîl ê genimê kesk dikutin û xwarinekê jê çêdikin. Yê din jî hema wisan bi vazoyê ve datînin niveka sifra (wateya wê berket e) Newroz ê. Li ser sifra Newrozê hemû cûreyên fêqîyên heyî, go?t, birinc û qedehek ?eraba sor (ji bo kêfxwe?îyê), çend serîyên sîr, (bi wateya tenduristîyê) findên pêxistî, (bi wateya ronahîyê), masîyên rengîn yên bi ruh di nava vazoyek cam de li ser sifrê amade dibin (bi wateya jîyanek xwe?).

Mezinê malê li ser sifrê di derheqa Newrozê de hinek gotinên xwe? yên jibo Newrozê ji malbatê re dibêje. Bi hêvîya salek xwe? behtewarîyê ji malbatê re dixwaze. Pêre qedeha ?eraba xwe vedixwe (her çend di nav Kurdên sunne de pi?tî hatina îslamê rabibe jî, lê li ba yên Elewî û Zerdû?tî didome) û hebo hebo Newroza hev pîroz dikin.

Heta dema razanê kêfa xwe dikin.

Roja 21ê Adarê diçin derva Newroza xwe bi ge?t û seyran, govend û dîlanan pîroz dikin. Pa?ê jin, keçên xama û zaro genim dikin nava destên xwe û diçin nav zevîyan wî genimî li ser serê xwe digerînin û ji ser serê xwe li zevîyan dire?înin.

Hêvîdarim wê Kurdên me hêdî hêdî vî awayê pîrozkirina Newrozê cih bi cih bikin, naveroka Newrozê dagirin û nirxê wê bilintir bikin.

Bi vê wesîlê Newroza hemû Kurdistanîyan bi dil û can pîroz dikim û hêvîdarim wê Newroza îsal di nav Kurdistanîyan de bibe sedema rojên xwe?î û ge?îyê.

About The Author