Sîxurên me ketin dû „turritopsis nutricula“

Hesen Almas

Bi latînî navê wan „turritopsis nutricula“ e. Ev heywanên piçûk di binê behrê (deryayê) de dijîn. Lêkolînerên Amerîkî lotikek bêîman li turritopsis nutricula“ xistin û taybetmendîya wan a herî zîz û bi dizî derxistin holê.

Pi?tî ku lêkolînerên Amerîkî di binê behrê de çend endamên e?îreta „turritopsis nutricula“ girtin û anîn di laboratûarê de lêkolîn li ser wan çêkirin, dîtin ku heta ji derve de êrî?ek neyê ser van heywanan, heta roja qiyametê jî karin bijîn û mirin ji wan re tuneye. Yanî bê mirin in ha.

Werhasil, pi?tî ku sîxurên me serpêhatîya „turritopsis nutricula“ bihîstin, hema li çar alîyên behr û deryayên okyanûs û mokyanûsan belav bûn û derketin nêçîra „turritopsis nutricula“ an.

Sîxur û lêkolînerên me yên sererd û binerd sûnd xwarine ku çewalan têxin serê van heywanên piçûk, wan bînin di laboratûarên Lotikxanê de bixesînin û dermanê „nemirinê“ ji wan çêkin. Li gora ku ev heywan namrin û heta bi roja qiyametê karin bijîn, polîtburo û lijneya artê?a Lotikxanê biryar daye ku endam û sîxurên xwe bi vî dermanê „nemirinê“ xwedî bikin da ku mirin ji wan re tunebe û hikim li dinyayê bikin.

Axir, niha di binê behrê de ?erekî mezin di navbera sîxurên me û endamên e?îreta „turritopsis nutricula“ an de dest pê kiriye. Îcar wê xwedê bide dêya kê ez jî nizanim ellawekîl…

Amerîka

About The Author