Ez çûm, mîn dît û vegerîyam

Ahmedê Berazî

Ev navê gotara Selîm Çîrukkaya ye. Cîgerim qala çûna xwe ya Lalî?ê dîke. Wey ma?ele ji te û hecîtîya te re Selîm abê! Ma herkesê ku here hecê dîbe hecî gelo? Hema ezê bêjîm, na bi quran nabe hecî. Lê ji nivîsa Selîm xweya dike ku tew?omew?o bûye ellawekîl.

Xweya dike ku gava Selîm abê çûye Lalî?ê, (ne li ser bextê me be ha)

dîbêjîn ji tirsa yên çîyê nema karîbû ba? guhdarî bike û hema li derdorên xwe dinerî. Ji ber vê, hema ola êzîdîyan li binguhê hev daye û ji hersê qatên ?êxan re dîbêje „Aganî, katanî, vezîranî. Hele hele meyremê, wele te kir tir Selîm abê!

Selîm Abê, ti?tekî ku tu nizanibe nebêje abê.  Ev ol e ne henek e arqeda?!

De ka ezê li gora zanebûna xwe ji te re bêjjîm Selîm abê. Aganî= Adanî. Katanî= Qatanî û Vezîranî= ?emsanîya ji xwe re hîn bîbe ji bo carek din tu ?a?oma?o û teqlomeqlo nebe abê.

Di cîhekî din de Selîm abê dîbêje:” Ola Ezdatîyê bingeha xwe ji Zerde?tîyê, Fîlehtîyê, Mîsilmantî û ji olên Hîndî girtîye” filan û fîstan.  Ya strarrrrr! (Bu din özünü zerdü?t dininden almakla birlikte islam in, hiristiyanli?in ve Hint dininin etkilerini kabul etmi?tir“ û ?oyle boyle.

Hella hella Meyremê! Aferîm aferîm,  wele tu ba? agahdarî li ser ola Ezdatîyê dane hev, hahew bû ne bîçîm ara?tirme dir yaho?

Ola Ezdatîyê ji wan tevan jî kevintir e Selîm abê. Îca ji bo xwedê û pêxemberan, çawa bingeha xwe ji wan girtiye yaw?

Ne îse, ger ez li ser kêmasîyan tevan  bisekînîm bi telaq pir in. Bi quran wer xweya dike ti?tê ku te li ser PKK ê û Apo jî di pirtûka xwe de gotine, çewto mewto ne û wer xweya dike ku wan ji ber van lotikên te berdane te Selîm abê.

Li mîn bibûrîne ger ez hinekî hi?k bi ser te de hatibim, lê ev tev ji bo ku tu ba? lêkolînan bike û pa?ê binivîse Selîm abê…..

Xwedê tehala me ji nezanîyê bistirîne rebbî…..

Ha ji we re nivîsa Selîm abê ya bi Tirkî.

http://turkce.kurdîstan-aktuel.org/yazarlar/selîm-cueruekkaya/4715.html?task=vîew

23.03.2010 Almanya

ahmedeberazî@yahoo.de

About The Author