Aha ji we re elameta roja qiyametê

Çang Çîng Çong

Her ku diçe em elametên kesanedî dibînin. Roj namîne ku ti?t û bûyerên ecêb naqewimin û pirsan di serê meriv de çênekin. Meselen bûyera li bajarê ?invangê.

Li Çînê, eyaleta Lîaonîng paytext ?învangê, zarokek ?e? salî xwedîyê 31 tilî û pêçîyan e. Di her destekî wî de heft (7) tilî û di her lingekî wî de jî 8 pêçî hene.

Li ser bextê fitne û fesadên Çînê be, hinek dibêjin ji ber tilî û pêçîyên wî 31 in, qismet û siûda vî zarokê zêde ye. Ji ber ku di zayenda seksê de wateya 31 ê pir e û tê wateya (jixweberdan û bixwexwe?anînê), dibêjin wê qismetê vî kurikî pir zêde be. Û hinek jî mala xwe dibin mîratê û dibêjin:“Bi ellawekîl serok Mao Zeytûn jî xwedîyê 31 tilî û pêçîyan bû law“ û didin lotikan.

Lê hinek fesad jî dibêjin ku xwedê jê stendiye û hingî wê kurik bi xwe xwe? bîne, wê rojekê dilê wî raweste û tirr tê de bibin fis.

Werhasilî kelam, xwedê neyne serê kesî rebbî. Bi sê telaqên jinberdanê, ji „hindik û rindik“ ê xwe?tir tuneye û hew. Îcar 31 tilî û pêçî kuro!

Îcar kî ji we dixwaze 31 tilî û pêçîyên wî hebin cîgerim?

About The Author