Kasimpa?alî dîsa ?ûjina di çavê xwe de nedît

Cîgerim Kasimpa?alî Receb, daxuyanîyek qerase da rojnameya Alman Dîe Zeît û lotikek pa?ûpê? avêt. Recebê ku dê di 29-30ê Adarê de serdana Almanya bike, di daxuyanîya xwe de behsa girîngîya zimanê zikmakî yê Tirkî kir, xwest ku Almanya mafê perwerdeya bi zimanê Tirkî bide Tirkên li Almanyayê û bê ?erm û fedî behsa mafê 20 milyon Kurdên li welatê xwe û mafê perwerdeya zimanê wan nekir.

Kasimpa?alî Receb, di her halûkarê de çavê xwe ji hebûna 20 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re digre û behsa girîngîya perwerdeya zimanê wan û mafê wan nake. Lê ku mesele tê ser cewrikên dêlegura Asenayê, mêro dibe ?êr û kef bi devê wî dikeve.

Ê oxlim, sayin Kasimpa?alî, ka carekê jî ?ûjina di çavê xwe de bibîne qarda?im! Çima tu mafê perwerdeya zimanê Tirkî ji 2-3 Tirkên li Almanya (ku bi kêmanî milyonek ji wan dîsa Kurd in) re dixwazi, lê tu li hember hebûna 20 milyon Kurd û zimanê wan ?evekorî û kerr û lal dîbî babam? Ka qa?o em brayên hev ên misilman in û divê misilman neheqîyê li brayê xwe nekin ha! Ka qa?o te behsa demokrasî û mafê mirovan dikir ha! Ma ev e demokrasîya te oxliimmmmmmmm!?

Alamanya

About The Author