Derdê Bedîl û ?ekirê

Ez doh-pêr jibo bernameya li ser qelen û xelatdana wek ?aba?ê li studîoya KTV  li bajarê Kleve bibûm mêvanê Hêvîdarê. Pi?tî bername qediya, me xwarin xwar. Hunermend Bedîl jî li wir bû. Li ser xwarinê dîsa li ser qelen sohbet vebû. Bedîl hema ji ni?ka va got:

” Hûn derdê qelen nizanin, min derdê qelen kê?aye. Min jibo qelen ?ekira xwe firot….!“

Me hemûyan li wî nerî  û pirs lê kir ka ?ekir kîye.

Wî jî nekir namerdî û got: “ Me dotmama xwe jibo birayê min Osman xwest. Mamê min gellek qelen xwest. Em bêçare man û me pezê xwe hemi firot. Di nav pez de bizineke min bi navê ?ekirê (ji ?akîra jî xwe?iktir, seksîtir û reqaskertir bû allahwekîl)  spî wek befrê, quloç mezin û ji xezalan jî delaltir bû. Wê bizinê her sal karikek wek xwe spî tanî. Min serê ?ekirê ( ne lo  ?akîra) girtibû û ez digirîyam. Min digot ?ekira min ji min nestînin. Lê wî bebavê tacir digot heke hûn ?ekirê nefiro?in, ez pezên din jî nakirim.

Axir em mecbûr man ?ekirê bifiro?in. Ew bû kul û di ser dilê min de ma.

Yên derdê qelen nekê?abin nizanin heyran” û mesela ?ekirê ji me re got.

Îcar heçê derdê qelen nekê?a be û nizanibe ka qelen çiye, bela here cem hunermend Bedîl û strana „qelen û ?ekirê“ jê guhdarî bike û hûn sax….

About The Author