INSIYATÎFA KURD LI DANIMARKA LOTIKEK MEZIN AVÊT

Insiyatîfa Kurd Li Danîmarka, di 27ê Adarê de li Nørrebro Hallen a Kopenhagenê Newroz pîroz kir û lotikek qerase avêt

Insiyatîfa Kurdi li Danimarka di dîroka Danîmarka de cara ewil e ?evek Newrozê bela? çêkir û dûman i ser serê xwe xist. Ji lewma Kurdên me ?a?o ma?o bûn çi bikin. Hindur û derveyê salona Nørrebro Hallen tije bû, dê weledê xwe davêt, derîyê derve vedikirin ji bo denge muzîê biçê derve. Kurd li salon û hev?a Nørrebro Hallen  govend girtin û lotikên bêîman avêtin. Êêêêêê, roj roja wan bû, Newroz bela? bû û qirû?ek ji bêrîka wan neçû, ma çima wê lotikan navêjin babam!

Axir, keç û xorten Kurd ji bo stranên evînê bêjin ketibûn dorê. Wey li wî/wê bû ku hunerên xwe nî?anî hevdu bidin û ji kêfan re lotikên mezin davêtin. Zaroken Kurd ji hemiyan diyarîyên bela? distandin û ji kêfan re zîtirk davêtin

Kal û pîrên Kurdan jî wek karikên li ser tingan heta seet 24.00ê êvarî lotik avêtin û xortanîya xwe tanîn bîra xwe.

Bi dîtina  sîxurê Lotikxanê, di jiyana Kurdên Danîmarka de Newrozek wilo rengîn û sengîn çênebûya.

De aqûbet li Kurdên welatên din be rebbî…

Danîmarka

About The Author