Hevserokî na, Hevjînî erê!

hevjîn

Partî û rêxistinên Kurd her ku diçe ber bi ?aristaniyê ve gavên çargavkî davêjin. Yek ji van Rêveberiya Hevserokatiyê ye. Me jî biryar da ku em ji niha û pê de Lotikxanê bi Hevjîniyê birêve bibin!

Pi?tî DTP û BDPê niha jî li ba?ûr her çiqas rasterast ne bi navê Hevserokatiyê be jî sîstemeke di?ibe wê ji bo PDKê tê saz kirin. Berî ku ev mesela Hevserokatiyê zêde belav bibe me dest danî ser meselê û çareyek jê re dît. Ew jî Rêveberiya Hevjîniyê ye. Ji jin û mêrekî pêk tê û heta bi sê telaqan sond neyê xwarin hevduberdan an jî veki?îna ji rêveberiyê ne mimkun e.

Em ji bo Lotikxanê jî Rêveberiya Hevjîniyê difikirin. Namzetên me yên Hevjîniyê jî diyar bûne. Namzetên me yên herî populer ên ji bo Rêveberiya Hevjîniyê Xaltîka Fatê û Sofî Xelef in. De werin em bi dengên we hilbijartina xwe pêk bînin û heta axretê Hevjînên Rêveberiya Lotikxanê hilbijêrin.

Her wiha em vê pê?niyarê li hemû partî, rêxistin, dezgeh, komele, sazî, gund, navçe, bajar, çiya û zozanên Kurdistanê jî dikin ku Rêveberiya herî ba? Hevjînî ye. Bila ew jî rêxistinên xwe bi vî awayî ava bikin, wê ji sedî sed serkeftinê bi dest bixin.

Baldadarî: Pi?tî Rêveberiya Hevjîniyê pêk were stranbêj wê hew karibin bi navê ‘Serokê Min’ stranan bistirin. Lê li ?ûna wê dikarin stranên mîna ‘Ez ji te hez dikim’ bistirin.

Wê bidome…  Sibe be?a 2 yan; ‚Çima Hevjînî?‘

Ji bo Be?a 2 yan vir bitikînin.

About The Author