Xwe? xeber e, me ne bawer e

Hunermendê de?ta Ruhayê, mîrê lehmecûnan, împarator û gladîatorê nîv Kurd Îbrahîm Acises, li Ta?kent a Ozbekistanê lotik û zîtirkên qerase avêtin û xwe ji gunehên xwe dawe?and.

Li ser bextê fitne û zinêkarên Ozbekistanê be, dibêjin cîgerim Îbo? bi ?e? telaqan sûnd xwariye û gotiye:”Jina min ji min berdayî be, ezê pênc salên din dev ji muzîk û sehnê berdim. Ev 40 sal in ez lotik û zîtirkan davêjim, êdî bes e qarda?im. Taqata min nemaye û kele?kofa min hêdî hêdî qelp dike, êdî ezê jî wek hinek doxînsistên din herim umreyê, hecê tewaf bikim û wek “Hecî Ibrahîm” vegerim mala xwe” filan û fîstan.


Werhasilî kelam, dibêjin Îbo li Ozbekistanê soz daye ku pênc salên din dev ji lotikên stran û muzîkê berde û li mala xwe rûnê.

Ê helbet canim, mêro bûye împarator, gladîator û patronê peran. Tew ku here hecê û bibe hecî jî mesele tam safî dibe. Bero? û qapax hevdu temam dikin ellawekîl….

De li ser xêrê be rebbî…

About The Author