Aramo Copy Center

Aramo bi bernameya xwe ya Aramo Show ku di Kanal 4 ê de tê we?andin dixwaze bersiveke nûjen bide civata ?emdîn û Fatê. Lê camêr hisabê lotikxanê ne kiriye û bi qe?merokiyên xwe yên ne ji dil hetika xwe tîne!

Aramo Show ji ber nûjenî, ciherengî û cudabûna xwe hêjayî tema?ekirinê ye. Bernameya hefteyî Aramo Show rojên pênc?eman di saet 22.00 yan de di Kanal 4 ê de tê we?andin. Lê belê hunermendê qe?eng û xo?ewist rêzdar Aramo di vê bernameyê de derdikeve derveyî sînorên xwe û hewl dide bi lotikxanê re bikeve pê?birkê. Em pê?î Aramo hi?yar dikin û dibêjin, ‘Nekeve vê xeletiyê xwe ne hetikîne!’

Xwedê heye formata bernamê gelekî xwe? e û formatên wisa êdî ji bo we?anan pêdiviyek in. Bernameya Aramo Show ji ber Beyaz Showa ku li Tirkiye di Kanal D yê de tê we?andin hatiye girtin. Em dikarin bêjin ji sedî 101 ji ber hatiye kopîkirin. Na yabo ne ji sedî sed e! Ji raxistin û dekora studyoyê bigire heta kursî û maseyên hûndir yekser ji ber bernameya Beyaz Show hatine girtin. Ev ?ibandin jî li aliyekî, camêr bê ?erm û fêdî bi liv û tevgerên xwe jî heta jê tê dixwaze xwe bi?ibîne Beyaz?t Ozturk.

Her wiha Aramo di bernameya xwe de qe?meriyeke ne ji dil dike û lewma dîmeneke komîk derdikeve holê. Yanî qe?meriya ku jê nayê dike û tema?evanan bi van helwestên xwe yên nîvqe?merkî û ne jidil dixapîne. Em her çiqas rasterast jê re nabêjin qe?merokiyê dike jî, em hay jê hene ku qe?merî jî hunerek e. Heta hunereke wisa ye ku kesên ne pispor bin nikarin qe?meriyê jî bikin.

Em dibêjin, ev formatên bernameyan her ku ji ber hinekên din hatibin girtin jî divê naverok û tevgerên pê?ke?van yekser ne teqlît bin. Ango divê pê?ke?van li gorî girseya xwe ya tema?evan tevbigere û nekeve rew?ên komîk.

Aramo gava li ser dikê ye eynî weke arstîstan disekine û her çiqas haya wî jê nebe jî ‘Dibe ku dixwaze xwe wisa nî?an bide’ ew bi sekn û tevgera studyoyê xwe ji tema?evanên ‘ehmeq!’ gelekî bilindtir dibîne û bi helwestên xwe ji wan re dibêje; ‘Waaa gundîno ez kurdê herî modern û serkeftî me. Li min binêrin û jixwe fedî bikin. Kesên weke min tune bin hûn ne hêjane seriyek sîr û pîvazekê jî!’

About The Author