?akîra xwe ji gunehan dawe?and

Dibêjin: „Go mirina mûrîyê (gêrik) tê, per û baskên wê çêdibin“.  Îcar xuyaye ev jî mesela me û lotikvana doxînteng ?akîra ye.

Li ser bextê fitne û fesadên Amerîkayê be, dibêjin berî demekê ?akîra ketiye bohrana lotikan û xewn û kabûsên xerab dibîne. Pi?tî terapîsta wê jê re gotiye:“Here serê Dalaî Lama di xwe ke û pê?niyazên wî yên bextewarîyê biceribîne“, ?akîra me ew jî pêk anîye. Lê rebenê ji xewn û kabûsan xilas nebûye û cinnî bûye.

Werhasil, ?akîra xanima kurtik û murtik, pi?tî ku bi zanyarîya Dalaî Lama rehet nebûye, dîsa ketiye nav xewn û kabûsên qerase û doxîn lê sist bûye. Pi?tre terapîstê wê yê Amerîkî ?îretek din lê dike û dibê:“Vê carê serê Hz.Mewlana têxe xwe û here felsefeya wî bixwîne peppûkê“ û berê dê dide bin konê Hazretî Mewlana.

Axir, ?akîra me dest bi xwendina felsefa Mewlana (Mesnewî) dike. Pi?tî çendekê lotikvana germik û nermik vediciniqe û dibê:“Kilîlîlîlîlîlîî, ez ba? bûm, ez hew xewnên kabûsî dibînim, ?ikir ji xwedê û lotika Mewlana re“ û kêfa wê tê.

Werhasilî kelam, pi?tî ku felsefa Hz. Mewlana qû?ê lê diqetîne, ?akîra me dibêje:“Ez bi serê xiyar û tirozîyên Omerya kim, ji nuh min xwe nas kir. Îcar ez zanim bê wateya evîn û evîndarî çi ye“ filan û fîstan.

Hûn dibînin bê Hz. Mewlana çi lotik li ?akîra me xistiye ne wilo gelî xwendevanan? Ewqas xiyarên ku bedena wê ji xwe re kiribûn bax û bîstan ew neanîn ser rê, lê felsefa Hz. Mewlana bi lotikekê ew ?a?oma?o kir û tirr jê berda.

Ma ev jî ne cêb e yaw!

About The Author