Cigare qû?ê li meriv diqetîne

 

Tûtin û pêve girêdayî ki?andina cigarê bûye parçeyek ji jiyana mirovan. Sektora tûtin û cigarê yek ji sektora herî mezin e û ?îrketên ku cigaran çêdikin bi milyar dolaran pare kar dikin. Her çiqasî yek ji sedema peydabûna pence?êr û mirina mirovan ki?andina tûtin û cigarê be jî, lê ev ne di bala ?îrketan de ye. Çawa be tîryakî û merezên tûtin û cigarê pir in û dolar jî bi ser wan de dibarin, ma wê ew ?îrket xema çi bixwin.

Li gora lêkolînên ku li ser zirara tûtin û cigarê hatine çêkirin, e?kere bûye ku di nava cigarê de 4 hezar maddeyên kîmyewî hene û 50 ji wan jî dibin sedema çêbûna pence?êrê. Cigare di çêbûn û peydabûna nexwe?iyên wek “pence?êra kezebê, nexwe?iyên dil, bron?ît, anfîzem” û gellek nexwe?iyên din de rolek serekî dilîze. Herweha ki?andina cigarê nexwe?î û pence?êra qirik û gewriyê çêdike û dibe sedema bawî û tawîbûnê jî.

Karbonmonoksîd a ku jehrîn e û di nava cigarê de bandorek sereke dilîze, rê li ber oksîjena di nava xwînê de digre û rê nade ku kezeb i hêsanî bixebitin. D encama vê de malzarên (hucre) bedenê ji oksîjena pêwist mehrûm dimînin û dimrin. Qetran a ku dibe sedema zerbûna tilî û diranan jî dibe sedema çêbûna pence?êrê û kezebê ji hevde dixe. Qetrana ku zû bi zû ji kezebê nayê avêtin û pêve dizeliqe, rê li ber berxwedana li dijî enfeksiyon û edabê digre, bedenê ji taqat dixe.

Hinek ji maddeyên ku di nava cigarê de ne ev in:
Aseton: Ji bo jêçûna boyaxê tê bikaranîn.
Arsenik: Jehra mi?kan.
Benzopiren: Dûmana nefta dîzelê.
DDT ve Dieldrin: Dermanê kêzikan.
Formaldehid: Ji bo paraztina cendekên mirî tê bikaranîn.
Hidrojen siyanür: Jehra ku di mezelên xazê de tê bikaranîn.
Metanol: Sotemeniya rokêtan.
Titanyum: Hesinê ku di çêkirina balafiran de tê bikaranîn.
Amonyak: Di pakijkirina avdestxaneyan de tê bikaranîn.

Lotikol : Sotemenîya pênûsa Lotikxanê ye.

Va min fêde û xwe?îya cigarê ji we re got babam. Îcar hûn cigarê dik?înin nak?înin ji vî ve û xekas….

About The Author