ÇORTANÊ META GULÊ

Meha remezanê (rojî) rastî demsala havînê hatibû. Meta Gulê ya feqîr û belengaz ji bo xwarina zivistanê ji devê mastê çortan çêkir. Pa?ê çortanê xwe li ber tavê raxist ku zuwa bibe. Zarokan çortanê meta Gulê didizîn û wek gogên berfê pê dileyiztin.

Meta Gulê deng li zarokan kir û got: “ Segbavno, hûn dawa çi li min dikin? Ez bi rojî û devgirêdayî ji sibê de westîyam, bicehimin biçin ji çortanê min bihewin. Xwedêyoo, tu rihê van zarokan bistînî û min ji wan xilaskî!

Çêr (dijûn) û nifirên meta Gulê wek sitranan bi zarokan xwe? dihat. Zarok direvin û hinek dûr diketin, ku firsend didîtin cardin dihatin   çortan didizîn.

Meta Gulê çarneçar di ?êmûga poxana malê de li bin sîyê rûni?t û çavnêrîya çortanê xwe kir. Wê demê di wî gundî de minareya mizgeftê jî tunebû. Mele rojê mêvanê malekê bû. Mele radibû ser banê xênî bang dikir. Pi?tî bangdanê li wê malê ?îv dixwar, fitara xwe vedikir.

Wê rojê mele li taxa jorê bang dide, meta Gulê dengê mele nabihîze. Ji birçîbûnê meta Gulê bêhi? dikeve, di ber ?êmûgê de dixeriqe. Cîranek pi?tî fitarê dereng di ber derê mala meta Gulê re derbas dibe, berê xwe dide mizgeftê ku nimêja terawîha bi cîh bîne. Bala wî dik?îne wa ye Gulê bê rih li ber ?êmûgê maye. Deng lê dike bersiv tune. Ji alîyê malê tasek av tîne bi ser çavê wê de dike, Gulê bi xwe ve tê. Dipirse dibê:  “ Çi bi te hat Gulê ? “

Gulê dibê: “ Ez li benda bangdana melê me ku fitara xwe vekim, ma mele hîna bang neda?

Cîran dibê: “ Xwedê ji te razî çi fitar e çi hal e, va bûye e?a tu hîna   li benda melêyî?

Werhasil, meta Gulê dibe tasek ?orbe pê dide xwarinê û hi?ê wê tê serê wê.

Kurdên me jî wek Gulê li benda azadîyê ne. Hûnê hîna gelek li bendê bin, lewra bayê azadîyê wê  bi çalakîyên we bê. Lê hûn di xewa mirinê de ne mixabin. De razên razên, ma law dilê tirsonek sînga gewr dibîne babam?

Kurdistan

About The Author