007 James Lotik dest bi kar kir!

Me got Kurdperwerî, Welatperwerî, Mirovperwerî û Lotikperwerî, lê ne bi vê ecêb û sosretê babam! Hin bûyer diqewimin ku kenê kûçikan heta yê çivîk û werdekan jî bixwe tînin. Em ji van bûyeran re dibêjin Bûyerên Kenogirî. Ajanê me yê nû 007 James Lotik serê xwe daye ber vê rêyê û bi biryare ku van bûyeran zelal bike.

Ev bûyer birînên wisa kur dikolin ku neyên cebarkirin û derûniya civakê jî serobino dikin. Pa?ê jî ê?, jan, keder û neçarî dîsa diçe ser sêhra berê.
Li vî welatî tiliya kî di zotik an jî kuleka kî de ye tu kes nizane! Hema etehyatu çawa lê hatu ye! Li aliyekî di ser siyasetmedaran de kulm li ser kulman tên we?andin, li aliyekî operasyon û li aliyekî jî tolhildanên çekdarî ku heçî Kurd be Tirk be ferq nake xisareke mezin didin derûniya mirovan.

Li vî welatî kî çi dike nayê zanin. Bê zanîn jî nayê e?kerekirin. Ger bê e?kerekirin jî lê xwedî nayê derketin. Lê xwedî bê derketin jî bi hincetên vir de wir de kirinên gemarî û hovane bi awayekî dîsa têne nixumandin, an jî wan weke rastiyên mafdar bi miletê cêhil didin qebûlkirin. Yanî her ti?t jixwere mere rû dide û herkes jî xwe di kiryarên xwe de mafdar dibîne.

Werhasil bi qasî ku hûn jî bi van Lotikên ku ne yên xêrê ne têdigihîjin, em behsa bûyerên vê dawiyê yên li Tirkiye qewimîne dikin. Li aliyekî nûnerên Kurd ên ku bi ?iklekî ketine parlemenê û hewl didin mafên Kurdan biparêzin an jî xwe wisa nî?an bidin hene. (Lê ew jî bê biryar in û heta niha çi dixwazin hê jî di serê wan de zelal ne bûye. An jî em ji vê tir?ikê ti?tekî fêm nakin.)
Li aliyekî jî hêzên çekdar hene û ew jî li gorî peyamên ku radigihînin, dixwazin bi ?iklekî be?darî siyasetê bibin û dev jî rêbaza tundîtiyê berdin. (Lê kirin û gotinên wan jî hevdu nagirin û bi van kiryarên xwe yên dawî heta ji wan jî tê xwe dûrî çareseriyê û rêbaza a?tiyane dikin. Heta wek mînak mayînên ku fermandarê Tirk dibêje min danîne jî digirin ser xwe û dibêjin ew le?ker bi mayînên me hatine kû?tin. Êdî jixwe hewce nake em behsa bûyerên Samsun û Tokatê jî bikin.)

Dewlet jî ango hikumeta Ak Partiyê her çiqas pirî caran bi dûrûtî tevbigere jî hewl dide ku hin guherînan pêk bîne û hema piçek jî be ber bi demokratiyê ve here. Lê carna kulmên ku davêjin Kurdan diqevizin û bi ser û bêvilên wan de jî diteqin. Me heta niha ji van rûdan û bûyerên diqewimin ti?tek fêm nekiriye. Heçî ji vê tir?ikê ti?tekî fêm bike jî emê dikê salê ji wan re diyarî bikin. Lê me ne bawer e. Lewre di dewletê de jî hêzên tarî û ?erxwaz hene, di nav tevgera Kurd de jî. Ji bo zelalkirina van bûyeran ajanê me 007 James Lotik niha li ser kar e.

Lê belê hin pirs di serê ajanê me yê herî jêhatî 007 James Lotik de hene:
Gelo dibe ku sîxurên herdu aliyan jî yek bin û ji hevdu haydar bin? An jî dibe ku sîxurên herdu aliyan jî destê xwe danîbin ser qevzeyên tivîngê xwe û bihevre sond xwaribin ku heta hetayê jiyana xwe li ser ku?tin û aloziyê bidomînin?
007 James Lotik niha ketiye du bersivên van pirsan. Her wiha pi?tî van pirsan 007 James Lotik difikire ku lotikên van demên dawî ne yên xêrê ne û kî dibe bila be, li gorî baweriya wî wê xwediyên van lotikan di wan lotikên xwe de bên fetisandin.

007 James Lotik herî dawî dibêje, ?erxwaz carna ji eyba dinyayê a?tiyê jî dixwazin û ?erê xwe yê çekdarî jî bi vê gotinê pi?trast dikin û didomînin.

About The Author