Em sê elokan dikin qurban

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Enqerê be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê yên li Enqerê, dibêjin rêbeverên her sê partîyên Kurdî (BDP- HAK-PAR û PADEK) hatine ba hev û qehweyek ?êrîn bi hevre vexwarine.

Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin her sê partî jî ji bo nêzîkbûna hev û hevkarîyê germ bûne û herareta wan gihaye 180 dereceyê. Rêveberên her sê partîyan jî gotine ku ew bi vê lotikê pir bi heyecan bûne û dilê wan ji bo yekîtîya netewî dike “kurpe kurp”.

Werhasilî kelam, em jî wek sîxurên Lotikxanê yên Amedê, me civînek awarte li dar xist û ev lotik pîroz kir. Herweha me di civîna awarte de biryarek qerase girt û biryara me ev e gelî xwendevanan:

„Bi soz û peyman, bi serê serok Barzanî, Mam Celal û Ocalan, heger ev her sê partîyên me di çarçova yekîtîyek netewî de bibin yek, emê sê (3) elokan serjê kin û bikin qurban“.

Em li ser soza xwe ne û niha elokên me li devê derîyê Lotikxanê virde wêde seyranê dikin û li benda wê roja pîroz in.

De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî…

Amed

About The Author