Xaltîka Fatê li RÛDAWê têr pîzza dixwe

Nivîskara me ya germik û nermik, bedewa ber dilê xortên 18-90 salî xaltîka Fatê, pi?tî nîqa?ên dûrûdirêj transferî rojnama hefteyî RÛDAW bû. Wê xaltîka me Fatê her hefte di rojnama Rûdaw de lotikekê bavêje û bersiva pirsên xwendevanên xwe bide.

Xaltîka me Fatê ji Lotikxanê re behsa rojnama Rûdaw kir û dibêje: “Rûdaw rojnameyek germ û nerm e, çay û qehwe lê pir e û hema bêjin her roj jî pîzza û xwarinên xwe? datînin ber me“ û li camcamkan dixe (bi tiliyan dovendê digre).   

Xaltîka me Fatê vê heftê di Rûdawê de bersiva pirsa „Çima bêvila xalê me Ehmed Kurd ?ikenandin“ daye û ta bi derzîyê vekiriye.

Xaltîka Fatê di dawîya gotinên xwe de dibêje:“Heçê rojnama Rûdaw nekire jina wî /mêrê wê/ jê berdayî be û xwedê topa qiyametê li nav ?eqê wan xe“ û nifiran dike.

Lê ti?tek sedî sed rast e ku ew jî ev e:

Heçê ?îretên xaltîka Fatê nexwîne û neke serê xwe, ciyê wî/wê cehneme ye û ewê sedî sed ji 70 Nûrî û Horîyên bihu?tê mehrûm bimîne û hûn sax…

Haaaaa, xelet fêhm nekin ha gelî xwendevanan. Me wek Lotikxane heta bi mirinê peyman bi xaltîka Fatê re îmze kiriye. Ew dev ji Lotikxanê bernade. Tenê wê heftê carekê ji Rûdawê re binivîse û ewqas..

About The Author