Qûn li Gîannî qetiya

Dinya serûbinê hev bûye û ha ha bûyerên dûrî aqilan diqewimin. Kesî ji we dîtiye ku dîk hêkan bikin gelî xwendevanan? Law ma dîk û hêkkirin? Qantir û zan?

Li Îtalya dîkê bi navê „Gîannî“ dest bi kirina hêkan kir û qûn lê fireh bû. Rebenê dîko jî ket ber tofana guhertina hormonan û qûna wî ji qûna mirî?kan firehtir bû, dest bi kirina hêhên nîvkîlo kir.

Dibêjin pi?tî ku rovîyek ketiye koxa mirî?kan û mirî?k tev xwarine, birêz Gîannî efendî ziravqetandî bûye û ji wê rojê û bi vir de kurk dikeve û hêkan dike. Hem jî hêkên çawa haaaa, tam hêkên nîv kîlo mezin!

Dibêjin evê bûyerê zanyar û pisporên dinyayê matmayî hi?tiye û niha zanyarên dinyayê ketine nav ?ik û gomanan, li sedema hêkkirina Gîannî digerin. Dîkê me Gîannî êdî wek mirî?kan dike qide qid, dikeve ser kurkê û hêkên ji qûna xwe mezintir dike.

Ez serê we neê?înim gelî lotikvanan, hûn jî hay ji xwe hebin law. Êdî bawerî nema bi dinyayê tê û ha ha cinsiyeta insan û heywanan tê guhertin ellawekîl. Heger rojekê we jî dît ku hûn avis bûn, zik li we nepixî û we cêwîk anîn, qet ecêbmayî nemînin û xwe întîxar nekin ha, eman eman….

Îtalya

About The Author