Xalê me Ehmed Kurd rastîya kezebê got

Di guhertina makzagonê û herweha di gellek helwestên li dij AKP de, partîya me BDP rolek neyînî û ne li rê dilîze. Bi taybet di guhertina makzagona Kenan Ewrenê fa?îst kurê fa?îstan de BDP, di refê CHP û MHP de saf digre û lotik li ser lotikan li Kurdan û têkneçûna hêzên nîjadperest dixe. Xalê me Ehmed Kurd ev yek ji dilê safî anî zimên û nerazîbûna xwe nî?an da.

Hûn Kurdan nas dikin lo, em Kurd berjewendîyên partî yan jî ?exsê xwe û malbata xwe di ser her ti?tên netewî re digrin. Em xwelîya 101 gundan li serê xwe û bavê xwe dikin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanî didin alîyekî, pêl li namûsa wan berjewendîyan dikin û tenê dibêjim “em” û ne ti?tekî din.

Ma law guhertina makzagonek fa?îst çi zirarê dide Kurdan yabo? Ji fêdê wêdetir çi zirarê dide civaka Kurd û Tirk ha? Kasimpa?alî Receb daye bin dûvê Ergenekoncî û çeteyên dewletê yên ku bi salan malik li Kurdan viritandine, serê wan dixe qûna bavê wan û yên me jî radibin di refê CHP de cîh digrin. Ma zarok jî henekên xwe bi vê helwestê nakim babam, wî!

Werhasilî kelam, xalê me Ehmed Kurd hevpeyvînek qerase daye kovara Aksîyon ê û hinek rastî anîne zimên. Xalê me dibêje:”Di derbarê guhertina destûra bingehîn de em bi CHP û MHP re di heman xetê de ne û ev jî me nerehet dike, serê me dixe ber me” filan û bêvan.

Ehmedê me pi?tre dibê:”Bi her sê telaqên jinberdanê, ji ber ku di warê a?tî û demokrasîyê de gavên girîng nehatine avêtin em di xeta CHP û MHP de ne. Lê bawer bikin em hew zanin çi bikin, em pê dê?in û em nizanin emê çi bersivê bidin gelê xwe” filan û xeftan.

BDP berî niha gatibû ku ewê di referandûmê de pi?tgirîyê nedin guhertina makzagona Arnawût Kenan Ewren ê ku di zindanan de dar û ?û?eyên coca cola dixintin qûna Kurdan.  Xalê me Ehmed Kurd jî dibêje:” Dema ku BDP pi?tgirîyê bide referandûmê, wê li herêmê ji %95 bê qebûlkirin” û ji helwesta BDP pi?tkul e.

Ez serê xwe û we neê?înim kezebno, ji dêvla ku Kurd û nûnerên Kurdan pi?tgirîyê bidin guhertina makzagonek fa?îst û destê xwe li pi?ta Kasimpa?alî Receb xin, em radibin rûn li ser nanê fa?îstên wek CHP û MHP dikin wesselam.

Îcar em Kurd çi mexlûqat in ka hûn nabêjin?

Amed

About The Author