Sofîkan lotikek din li jinan xist

Sofîkên Îranê bûne dîn dijminê jinên reben û ha ha wan didin ber lotikên bêîman.  Berî niha Îmam Kazim Sadigî, jina xwe ji xwe berdabû û gotibû. “Erdhej û zelzele ji ber jinên ?ût û rût çêdibin, hingî jin sîng û berên xwe berdidin çolê û zilaman har û dîn dikin, dinya diheje û tofan radibin” filan û fîstan.

Pi?tî vê derewa wî, jinên Amerîkî rabûn xwe di înternetê de berdan çolê, memikên xwe derxistin mazatê û ji Îmam Kazim Sadigî re gotin: “Eha ev qûça te û derewên te”.

Pi?tî çalakîya erdheja memikên jinên Amerîkî, tu erdhej û zelzele çênebûn û îmamê Îranî derewîn detket, qûna wî belbelotî bû. Baga Îmam Kazim efendî dît ku ev tirr jê re nema û jinan dawa wî li serê wî pêçan, îcar li Tehranê bohranek din rû da û jinên Îranî ketin ber lotikên polîsên Tehranê.

Çima ku jinên Tehranê wek manken û modelan dime?in, polîsên Tehranê got “êdî bes e” û dest bi girtina jinan kir. Serokê polîsên Tehranê Huseyîn Sacidinya ragihand ku “me?a wek mankenan li dijî hiqûqa îslamê ye û nabe ku jin li kolanan wek mankenan bime?in, qûna xwe vird wêde bihejînin” filan û jehr û ziqûm.

Ez serê we neê?înim, ji ber ku li Tehranê zordarîyek mezin li ser jin û mêrên azadîxwaz heye, qûnekî û lezbîyenî jî zêdetir dibe û asta nexwe?îya AÎDSê bir bilind bûye. Hetta dibêjin ku vîrûsên AÎDSê li devê derîyê parlamentoya Îranê jî kon vedane û derketine nêçîra wekîlên ?a?ikmezin.

Axir, sofîk mofîkên Îranê li ser serê jinan bûne wek Melkemot, Ezraîl û Cebraîl gelî xwendevanan. Law xêrekê bi xwe bikin, bi van jinan re bizewicin û wan ji nav lepê van gur û keftaran xelas bikin babam….

Mahabad

About The Author