BDP bivir li lingê xwe xist hayhoooo!

Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, we dîtiye kesî bivir li lingê xwe xistibe yan dara bin xwe birrî be?

Law ev çi fikar û raman in, ev çi lotik û pehînên kesanedî ne babam? Em dibê xwedo qanûnek derkeve ji bo ku partîyên Kurd neyên girtin û serdozger nikaribe qû?ê li partîyên Kurd biqetîne, BDPî yên me radibin terka meclîsê dikin û deng nadin maddeya 8an. Heger maddeya 8an bihata qebûlkirin, wê serdozger nikarîba bi serê xwe partîyan bide girtin û wê biryara girtina partîyan di destê meclîsê de bûya. Lê ma?elle, BDP lotikek li AKP û Kasimpa?alî Receb xist, mala xwe jî û mala AKP jî viritand.

Birastî ev çi siyaset e, çi xwelîliserî ye, çi malxerabûn e? Law artê? dijminatîya AKP dike, Ergenekon, ît û mît dijminatîya AKP dikin, CHP, MHP û nîjadperest dijminatîya AKP û guhertina makzagonê dikin, zêdebûna ser kezebê BDP ji teva zêdetir dijminatîya AKP û guhertina makzagonê dike. Ya starrrrrr  li vê pelûlê!  

Neyse babam, vê roja xêrê dîsa ez aciz bûm û zik li min nepixî. Em dibê xwedo BDP ti?tên ba? bike, siyasetek ba? bime?îne, li xêra Kurdan bifikire, lê tu ji kê re dibêjî qarda?im!?

Birastî çima ez xwe aciz dikim lo?

Gava Kurdên bakur li ser xwe nexeyidin û ji her lotikê re li çepikan xin, ezê çima xwe aciz bikim û kezebre?î bibim babam, waweylê! Kuro hema di ku re zirav bû bela di wir re biqete, hema ji vî ve û hûn sax….

Enqere

About The Author