Saîf beg da bin dûvê bavê xwe

Saîf al Îslam al Qaddafî  tirr ji bavê xwe Mûammer Qeddafî berda û got: „Êdî bes e, destûr û makzagonek ji vî welatî re lazim e babam!“ û dest bi lotikên nermik kir.

Li ser bextê fitne û fesadên Lîbyayê be, dibêjin Saîf Qeddafî hûrik hûrik, hêdî hêdî lingê bavê xwe di?emitîne û bin wî dikole.

Hûn zanin, li Lîbyayê zagon û qanûn tunene. Zagon jî Mûammer Qeddafî ye, qanûn û rê û rêbaz jî ew e. Ji ber vê, xuyaye kurê wî Saîf dixwaze textê bavê xwe bihejîne û bide bin dûvê wî, taca wî bide serê xwe.

Xuyaye Saîf Qeddafî yê ku bi xwe mîmar e û li London School of Economicsê doktorîya xwe qedandiye, wek Sofî Xelef îmaj guhertiye û mêro bûye bajarî, bi aqilê Ewrûpî difikire. Lê nizane ku bavê wî Qeddafî vê tirrê ji wî re nahêle û bi her tirr û fisên wî dihise.

Axir, xuyaye wê rojekê bombe di konê Qeddafîyan de biteqe lê nizanim kengî. Îcar wê kî tirê ji kê berde tenê deve û qantirên Lîbyayê zanin û hûn sax..

Lîbya

About The Author