Gul got: „Nabe qarda?im, nabe!“

Serokkomarê Demokratîk Tirkiye Cimhûrîyetî Abdullah Gul, da zanîn ku ewê dev ji nêçîra teror û terorîstan bernedin û ewê wek tajî bidin dû wan.

Serokkomar cîgerim Gul, got ku ji xeynî artê?a Tirk pê ve mafê tukesî tuneye rahije çek û virde wêde nêçîrê bike. Gul herweha bang li PKK jî kir û got.“Binerin oxlim, kêfa xwe neynin, emê tawîzê nedin we û kêfa we li xwe neynin. Hûn wek kîro?kan e û emê jî wek tajî bidin dû pi?ta we qarda?im, yan ji me û yan ji we“ û qûça PKK rakir.

Ez serê we neê?înim, dewleta Tirk biryara xwe daye ellawekîl. Serê wan wek kevir e, ne li ber xwe dikevin û ne jî ji dîroka xwe fedî dikin. Li gora ku yekî wek Abdullah Gul germik û nermik bêje „emê heta bi dawî ?erê terorîstan bikin“, xuyaye ku terîya kûçik rast nabe û mesele dibe eynî tas û eynî himam.

Werhasil, PKK ji gotinên Abdullah Gul ditirse û teslîm dibe yan nabe nizanim, lê ez dibêjim heta ev ?orba nekelî li ser êgir be, emê hê pir li benda demokrasî û çareserkirina pirsa Kurd  bisekinin.

We go çi?

Enqere

About The Author