KÎ DEV JI KURDÎ BERDE DÊYA WÎ JINA WÎ BE !

Mecîdo ku di nava xizanîye de mezin bibû, gelek  ji mal û milkê dinê hez dikir. Gundîyekî ne xwendî bû. Di dîtinên  xwe de jî hinek materyalîst bû. Bawerîya wî  bi olê kêm bû. Di civatê de gava yekî bigota: “ Xwedê îmana te kamil bike, yan Xwedê îmanê bide te “  bersiva Mecîdo ev bû: “ Na bavo ez ne hewceyê îmanê me, hema bila mal û milk bide min bes e“ . Ev gotin  li c?vata Kurd ti?tekî xerîb dihat, matmayî diman.

Wextê ev mijar vedibû, be?darên civatê  hemû dibûn mele. Çimkî bandora olê li ser wan zêde bû. Li Mecîdo ?îret dikirin, rexne dikirin. Digotin: Ma ne li alîyê dinê, li axretê agirê dojehê heye, pira siratê heye, di gorê de pirsiyarî heye; ka tuyê çawa bikî ? “ filan û bêvan.  Mecîdo digot: “ Ê wele ku  vegotina (îfade)  min bi Kurdî bigrin hêsan e, lê ku bi Erebî be gelek dijwar e (zehmet e),  ez nizanim bi Erebkî bipeyivim “. Bersivek gelek bi zanatî bû birastî.

  Hûn di vê derheqê de çi difikirin gelo ? Dibe li alîyê din, li axretê  jî pirskar me bi Farisî, Erebî yan bi Tirkî bik?înin jêpirsînê, waweylêêê !

 Ku wilo be, ka de îcar bila  Kurd bersivê bidin bêjin: “ Madem ev Kurdî ne li dinê û ne li axretê bi kêrî tu gûyeki nedihat, te çima afirand Xwedêyoooo ! “ Mafê me yê vê îsyanê  û vê  gazinê  heye werhasil…

Bi mizgeft, bi sed cizû û mishef, zilm û zora li ser zimanê Kurdî li ser “kafiran” tuneye. De hûn jî rikê wan bi Kurdî bipeyivin, heta ew tetirxanî dibin, virikî  (?otikî) dibin lo.

Heçê ku dev ji Kurdî berde dêya wî jina wî be law!  Kî ji savarê veki?e kevçîyê wî bi?kê, ihi!

Cejna zimanê Kurdî pîroz be.

Kurdistan

About The Author