?ikrî beg qû? li zimanê Ermenî qetand

 

Dibêjin “Kurmê ?îrî heta pîrî ye”. Mejiyê hinek Tirkan wek terîya kûçik e. Hûn 101 salî têxin qalib dîsa rast nabe, her û her wek xwe dimîne. Meselen Prof.Dr.?ukru Halûk Akalin.

Serokê Dezgeha Zimanê Tirkî (Turk Dil Kurumu TDK) Prof.Dr. ?ukru Haluk Akalin, lotikek bêîman li Ermenî û zimanê Ermenîyan xist û tirr ji wan berda.

?ikrî begefendî bi sê telaqan sûnd xwariye û ji çapemenîya virqo re dibêje:” Jina min ji min berdayî be, ez bi serê kerxanecî Misto kim, di zimanê Tirkî de tenê 27 peyv û gotinên Ermenîkî hene. Lê di zimanê Ermenîkî de 3.166 (3 hezar û 166) peyv û gotinên Tirkî hene, ev di lêkolînên me de derketiye holê. Ne ku ez dixwazim heqaretê li milletek û zimanê wî milletî bikim, lê rastîya dîrokê ev e” filan û jehr û ziqûm.

Oxlim dîsa gotiye:”Ji bo zimanê Tirkî 12-14 alfabe tên bikaranîn, ji Tirkan pêve kes van alfabeyan bi kar nayne. Ji ber vê, zimanê Tirkî edebiyatek pir dewlemend afirandiye, zimanekî dewlemend e” filan û fîstan. 

 Pi?tre jî dibê:“Tirk berî zayînê (berî mîladê, berî çêbûna Hz. Îsa)  hatine Anadolûyê. Ji ber vê bandora zimanê Tirkî li temamê gelên herêmê bûye“ filan û xeftan.

Aha de werin û vî kerî di vî borî re derbas kin!

Tabî ?ikrî begefendî behs nake ku zimanê ?ildim bildima Tirkî  ji %95 ê wê ji Kurdî, Farisî, Erebî û zimanên din hatiye dizîn û ji ?orba nîskê jî xerabtir lê hatiye. Cewrikên dêlegura Asenayê ji bîr dikin ku Tirk ne berî Hz. Îsa, lê di 1071ê de hatine Kurdistanê û pi?tre li serê xelkê Anadolûyê bûne bela.

Îcar Ermenîno, xwelî li serno, li zimanê xwe xwedî derkevin ha oxlim!

Binerin wa Serokê Dezgeha Zimanê ?ildim Bildim Prof.Dr.?ukru Haluk Akalin, daye bin dûvê we û qû?ê li zimanê we diqetîne ha, pi?tre nebêjin Lotikxanê bala me neki?and cîgerim, ok!  

Ê ji xwe zimanê Ermenîkî ji 3.166 peyv û gotinan pêk tê. Ma evî bêbavê ?ikrîko ji xwe re negot çi? Hema bela bigota „zimanê Ermenîkî tune û ji xwe Ermenî jî xalis muxlis Tirk in“ û mesele safî dubû û hew, wî!

Stenbol

About The Author