“Dergû?a Evînê” bixwînin û dil bigrin

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê yên li bajarê Oldenbûrgê be, dibêjin Xebat ?akir ê germ û nerm, dîwanek bi navê “Dergû?a Evînê” derxistiye û lotikek evîndarî avêtiye.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên bajarê Oldengbûrgê be, dibêjin dîwana Dergû?a Evînê ji bo kesên dilgirtî û mejîfiryayî yek û yek e û hetta kesên ku ne evîndar bin jî, gava vê dîwanê bixwînin %100 dil digrin û navê “evîndarîyê” bi dû wan dikeve.

Werhasilî kelam, agahdarî li jêr in kaka…

Ji We?anên Han berhemek nû: Dergû?a Evînê

KNN/Pirtûk

Dîwana nû ya Xebat ?akir, Dergû?a Evînê derket!

Dîwana nû ya ?air Xebat ?akir ya bi navê Dergû?a Evînê ji  layê We?anxaneya Han hate we?andin. Pirtûk 152 rûpelan pêk dihê.

Xebat ?akir di helbestên xwe yên herikbar û melodîk de gelek mijarên cûda ji xwe re kirine xem û li gor xwe ûslûb û formeke mûzîkî ya di helbestên xwe de pêkanîne. Dîwan ji layê ziman jî  gelek saf, têgîhîshtî û nerm e. Ev pirtûk çaremîn berham shairî ye.  

 

Kurtejiyan

Xebat ?akir li ba?ur-rojavayê Kurdistanê

di sala 1967an de li gundê Tilerbît  çavên xwe li jiyanê vekirine,

û li gundê Girxatunê mezin bûye.
Ew ji sala 1984an ve û heya îro

ji bo çand û hunera kurdî kar û xizmetê dike.

Berhem:

Mûzîk:
1. Kasêta Yekemîn di 1997an de hatiye tomarkirin, bi navê  „Lo Hevalno´´.

2. Kasêta Diwemîn di 1999an de hatiye tomarkirin bi navê „Gundê min´´.

Pirtûk:
3. Berhevoka helbestan ya bi navê

„Derwê? im di Perestgeha Evîna Te de“ (Helbest 2007 )

4-Berhevoka helbestan ya bi navê

„Dergu?a Evînê“  Helbest 2009

Xebat ?akir di nava gelek komên hûnerî

de kar kiriye li Welat û Europa.

Xebatên li Welat û li Sûriye:
1-Koma Nûhilat li bajarê ?amê di sala 1985an de. 
2- Koma Hêzil li bajarê Tirbespiyê di sala 1989 an de.

Xebatên li Eurupa:
1-Koma Hêzil ya derveyî welat li Elmaniyayê
2-Koma kilasîkên kurdî û mar?ên netewî li Akadimiya Kurdî li Elmanya.
Xebat ?akir ji sala 1989an ve li welatê Elmaniya li koçberiyê dijî.

Endamê Navenda PEN a Kurd û Hevgirtina Rew?enbîrên Rojavayê Kurdistan û Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan e.

About The Author