HINGIV

HINGIV XIDAYA PERCO ( MÛCÎZE)

Qalîteya hingiv li gor cihê ku riwak/nebat lê heşîn dibin tê guhertin. Hingivê ji çîyayan û ji daran tê standin, ji yên deştan xweştir, baştir û qalîtetir e. Di nav hingiv de madarê kîjan polen û kulilkê zêdebe, ew bandora xwe li hingiv dike.

Mînak: Higivê hevristan/çam, hingivê pirteqalan, hingivê şahbelûtan/kestanien, hingivê akasya, hingivê kulîlkên çîya û zozann û hwd.

Di hingiv de vîtamînên B1, B2,B5,B6 û C hene. Hingiv di nava xwe de mîneralên kalsiûm, fosfor, potasyûm, kûkûrt, s

odyûm, îyot, sifir/paxir, hesin, manganez û madarek çînko jî di hewîne. Ji % 80 ji hingiv sererast tevli xwînê dibe. Herweha di nava hingiv de madeyên ku pêşîya zêdebûnên hemû cûreyên mîkroban bigirin hene. Sexmerata van madeyan, hingiv bi salan bimîne jî xirab nabe.

Bikêrhatî û faydeyên hingiv:

1-Hingiv pêşîya bêwext kalbûna bedenê digire. 2- Hêrsa yên ku ji ber hêrsbûnê nikarin razên aram dike. 3- Ji bo brînên aşikê bi fayde ye. 4- Rehan/damaran fireh dike, zixtê/tansîyona bilind dadixe, dil bi hêz dike û dilkutanê ji holê radike. 5- Bi xwînê ve xwedîbûna hemû alîyên dil pêk tîne, dostê mêlakê/kezeb/cergê reş yê herî başe û xwe bi xwe temîrkirina mêlakê pêk tîne. 6- Ji bo nexweşîyên bronşît, gastrît, bawîbûn, kul û brînên aşik û rûvîyên diwanzdetilî/pêçî şifadar e û hwd. Herçend enerjîya hingiv zêde be jî, ne jehrîker e, miov nagire. Lê ji ber ku enerjîya mirovan têr nake, dema zêde bê xwarin dibe ku virikî bike, ew jî li gor kesan tê guhertin.

About The Author