Kunekên Elmanan


Wê rojê ez çûm Elmanya bajar? Kolnê, min hevalên xwe yên kevin dîtin, me kutilk, eprax, savar û go?t bi hevre xwar.
Me behsa biranînên kevin kir. Me wêne pevre ki?andin, me têra xwe laqirdî kirin. Pora hinekan we?îya bû, pi?ta hinekan xûz bûbû, pirê wan berçavk li ber çavê wan bû.
Ji bo me teva hevdu nas dikir, li beramberî le?ker û polîsên Tirko me behsa mêranîya xwe nedikir. Yanî me zanîbu çend mû bi kuna kê ve ne.
Pi?ti çend rojan me guhê hevdu qulquland. Pê?neyarên çend hevalan ew bû ku em derkevin bajarê Kolnê û em hinekî ji xwe re bigerin. ( Wa xuya dikir kebaniyên malê jî pir bi me re  zehmetî ki?andin.Heta çar pêncê sibehê em ne dirazan). Em çûn bexçê botanîk pêsî me ji xwe re wêne ki?andin. Em çav li geyayekî ketin, ji ber ku ji Kurdistanê hatiye, em tev lê bûn kom û me wêne ki?andin. Ê ku bi mekîna xwe û ê ku bi telefona xwe ji bo ki?andina geyayê Kurdistanê ketin dorê.
        

Werhasil, min pir dûvdir?j kir.

Em çûn meydana Dom Kirschen (dêra me?hûr a Kolnê) ku bi hezaran tûrîst ziyaret dikin.Li meydanê ez çi bibînim ba? e, hinekan wêneyên zarokên bi xwîn li ser  pilak?ta Israîl xistibûn û piratesto dikirin. Min wêne neki?adin ji Helepçe hat bîra min. Min ji dûrve wêneyek kisand, li ser alê bi Ibranî nivîsandiye,lê ez bi Ibranî nizanim. Ey Kurdino, hûn lê binerin bê ew al kîjan grûbê temsîl dik? !?
 
Kuro hindik mabû ez ji bîr bikim, di vê navbeynê de, em wek e?îra Hevêrkîya, me teva da dû hev û em çûn ziyareta xaltîka Fatê.

Bi qurana li ser singa pêxember, te digo qey govenda xaltîka Fatê ye, ma çi li ser masê nebû, bi ellawekîl ?îrê ?êr di eyarê ?êr de jê kêm bû. Malnexerabê hevalên min hingî peyivîn, dor negiha min ku em du gotinan bi hevre  bipeyivin. Di gel ku di mala xaltîka Fatê de cixare nedihat vexwarin ji, ciwanikê xwelîdank anî ser masê û cixare pêxist, dûman di çav, bêvil û guhê xwe re derxist.

Wey xwedayê dilovan yekî li gora dilê te bike nesîbê te xaltîka Fatê.
 
 Ji bo her tistî sipas xaltîka Fatê..
 Bi HINDÎ serserika Fatê..

Danîmarka

 

About The Author