Çi tir ji dewletê berda yabooooo!

 

Wek hûn zanin, navbera Tirkiyê û Israîlê bûye kafir kerafî û Israîlê çend fî?ek bera nav lingên Tirkan da, çend ji wan ?andin axretê. Tirkên ku hêsrên tîmsahan li ser Filistînîyan dibarînin, siyasetek pir qirêj dime?înin û dixwazin bi lîztikên Osmanî bibin hakimê herêmê. Herweha cîgerim Kasimpa?alî Receb dixwaze bi xwedîlêderketina Filistînîyan di hilbijartinên pê?îyê de dîsa deng û rayek zêde bistîne û bibe hikûmet. Lê Israîlîyan ev tirr ji Tirkan re nehi?t û pelûla wan bi serê wan de rijand, ew tirrek kirin.

Îro piranîya çapemenîya Tirko bûye dijminê Israîlê û kampanyayek pir xerab li dijî Israîlê dane destpêkirin. Lê nivîskarê Tirk cîgerim sayin Oray Engîn, bi nivîsekê da bin dûvê dewleta Tirk û siyaseta wê û hinek rastî nivîsandin.

Oray Engîn, di nivîsa xwe de tirrê ji siyaseta dewletê berdide û dibêje:”Madem armanc alîkarîkirina misilmana ye, çima xwedî li doza misilmanên din dernakevin, çima mafê misilmanên ku li Îranê doza mafê xwe dikin naparêzin, ma qehremanî tenê ketiye qûna Gazzeyê? Navê vê ne pi?tgirîya misilmantîyê ye, çima dewletên din, dewletên Ereb li Filistînîyên qûnre? xwedî dernakevin lê Tirkiye wek golikê nav garanê virde wêde po?an li xelkê dixe?” û lotiken li hikûmeta erdogan dixe.

Cîgerim Oray Engîn dibêje û dibilîne:”Tirkiya ku hê pirsa xwe ya PKK çareser nekiriye, nepoxa rêdana demokratîk teqandiye, çawa xwe davêje pirika nav Rojhilata Navîn? Polîtîka Tirkiyê bi e?kere pi?tgirîya Hamasê dike. Lê her ku Hamas bê rojevê, wê hinek lingê PKK jî têxin me, wek dîkê ser sergo derxînin pê?berî me” û tiliya xwe dixe çavê hikûmeta erdogan.

Di dawîyê de cîgerîm Oray dibêje:”Binerin oxlim, Hamas PKK a Israîlê ye û Israîl bi salan e ?erê vê rêxistina terorîst dike. Çawa ku dewletek din nikare di ?erê navbera Tirkiye û PKK de bibe teref, Israîl jî destûrê nade ku hinek din tiliya xwe di kunmozê de rakin û têkilî karê wan ê navxweyî bibin. Israîl ji bo vê pirsgirêka xwe hesabê Yekîtîya Milletan bi kîrê xwe nake, ma wê  Serokwezîrê Tirkiyê Israîlê bîne îmanê ha? Çi î?ê me di pirik û çirava Israîl û Gazzeyê de heye babam? Ma wê Wezîrê Derve yê ku bejna wî 1.45 santîm e û xeyalperestîya Neo Osmantîyê dike, mesela Filistînê çareser bike, ê de berdeeeeeeee, ev çi derew û xeyal in qarda?im” û tirê ji hikûmeta Kasimpa?alî Receb berdide.

Îcar pirsa min ev e gelî xwendevanan:

Gelo Erdogan û hikûmeta xwe dixwazin çi bikin?

1-     Dixwazin bibin wek Selaheddînê Eyyûbî û îslamê ji kafiran rizgar bikin.

2-    Dixwazin pirsgirêka Kurd bincil bikin, eyba qûna xwe ve?êrin û rojevê bi mesela Israîl û Gazzeyê aloz bikin, bikin ?orbe.

3-    Nikarin bi jinên xwe lê dixwazin bibin qehremên wek Don Kî?ot.

De xwedê bi we re be…

Enqere

About The Author