Kurdên Netewperwer, di 5 û 6ê Hezîranê de li Amedê lotikek bêîman avêtin û zêdeyî 100 Kurdên qerase anîn ba hev. Kurdên ku berê di nav rêxistin û partîyên cuda de virde wêde lotik davêtin, bi navê “Kurdên Netewperwer” hatin cem hev û silavek dan hev.
Wek hûn zanin, darbeya 12ê Îlona 1980î, yanî darbeya Kenan Evren ê Arnavût, malik li piranîya rêxistin û partîyên Kurdan xera kir û ew ji hev belawela kirin. Rêxistin û partîyên ku wê demê ji plan û projeyên pê?erojê mehrûm bûn, zû terpilîn, ketin û seqet man. Yên ?ehîd ketin, yên di zindanan de riziyan, yên wek kîro?kên ku ji ber tajî birevin xwe avêtin tor û bextê Ewrûpayê û yên ku mecbûr man têkevin nav partîyên mîna PKK û ji neçarî xwe biparêzin. Lehîya 12ê Îlonê ew çem û çem li ber xwe birin û partîyên din jî bi siyaseta xwe ya xelet wek mirî?ka gêj anî serê wan.
Werhasil, di dema îro de, pi?tî ku rew? hinekî germ û nerm bûye û Kurdên me yên ku dil û kezeba wan li ser doza Kurd û Kurdistanê di?ewite, dibêjin “êdî bes e babam, ma heta kengî emê bidin dû Xelo û Celo law, wî” û dikevin nav lêgerîn û tevgerên nuh, dixwazin çareserîyekê ji vê belawelabûn û xwelîliserîyê re bibînin. Bi taybet kes û kadroên ku berê ked û bedelek mezin dabûn, îro dixwazin di xetek netewî û Kurdperwer de bên cem hev û siyasetek Kurdistanî bime?înin, dest bi “Kurdîzm”ê bikin.
Kesên ku di 5-6ê Hezîranê de hatine cem hev û dixwazin di pê?eroja Kurdên bakur de bibin xwedî gotin, ji ananeyên wek KDP-KUK, DDKD, Ala Rizgarî, KAWA, Oldarên Kurdistanê û hinek dîtinên cuda tên. Lê ti?tê ku ew anîne cem hev Kurd û Kurdistanîbûn û helwesta netewî ye.
Li ser bextê sîxurên Lotikxanê be, dibêjin di civînê de komisyonek ji 11 kesan hatiye hilbijartin û wê ev komisyon di rojên pê? de bi daxuyanîyek qerase ji Kurdan re bêjin “Selamun aleykum cîgerim” û çend lotikan bavêjin. Ciyê ?anazîyê ye ku ev komisyon li ser esasek netewî ava bûye û tê de dîtin û bawerîyên cuda, lê Kurdistanî hene. Ji xwe tevgera ku li ser bingehek netewî neyê avakirin û berjewendîyên netewî ji xwe re esas negre, dawîya wê jî tune. Dîrok ?ahidê vê ye.
Kurdan ji ber berberî û dijminatîya hevdu wenda kiriye. Hêvîya me ev e ku wê ev komisyon berberî û dijminatîya Kurdan nexe deftera xwe û hewl bide ku di yekîtîya “Kurdên Netewperwer” de rolek dîrokî bilîze, ji pê?erojê re bibe hêvîyek.
Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, komisyon ji van kesan pêk hatiye:
1- Dr.Sabrî Soysal
2- Emîn Karda?
3- Îbrahîm Guçlu (ji kontenjana netewî. Îboyê me jî xwe ji ciyekî kêm nake qarda?im)
4- Mahmût Alinak
5- Av.Medenî Ayhan
6- Mihyedîn Atayûrt
7- Emîn Dîcle
8- Hasan Kaçmaz
9- Emîn Acar
10- Hafiz Togan
11- Baha Mûtlû
Werhasilî kelam..
Em wek onba?î, çawî? û ba?çawî?ên Lotikxanê, pi?tgirîya her tevgera netewperwer dikin û destê xwe li pi?ta wan dixin. Hêvîdarim wê rojek ji rojan temamê Kurdan di xeta “netewperwerî û Kurdperwerîyê” de bên ba hev û vê tirrê ji xêrnexwazên milletê Kurd re nehêlin.
Sekreterê sererd û binerd ê e?îreta Lotikxanê